Li Silêmanî malek hat topbarankirin

Li gundê Gelale yê navçeya Şarbajêr a Silêmanî malek ji aliyê SIHA yên dewleta Tirk ve hat topbarankirin û ciwanê bi navê Muhammed Saîd ê di malê de bû hat qetilkirin.

Navenda Nûçeyan-Li gundê Gelale yê navçeya Şarbajêr a bajarê Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê şeva borî balafirek bêmirov a bi çek ku tê gotin girêdayî dewleta Tirk e, êrişî malekê kir.

Li gorî nûçeya Rojnewsê, di encama êrîşê de ciwanê bi navê Muhammed Saîd ku li gundê Gelale dixebitî jiyana xwe ji dest da. Hate diyarkirin ku Muhammed Saîd ku li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê dijî, ji bo kar bike hatiye gundê Gelale.

Cenazeyê Muhammed Saîd şandin Saziya Tiba Edlî ya Silêmanî, heta niha têkildarî êrîşê daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.