Li Silêmanî ji bo salvegera Enfalê pêşangeha wêneyan

Yekitiya Jinên Kurdistanê bi boneya 36’emîn salvegera Enfalê pêşangeha wêneyan bi dirûşmeya ‘Piştî 36 salan rondîk barîn berdewam dike’ li Silêmaniyê hate vekirin.

Silêmanî – Li salona Tewar a Silêmaniyê ji aliyê Yekitiya Jinên Kurdistanê ve bi boneya 36’emîn salvegera enfalê pêşangeha wêneyan bi dirûşmeya ‘Piştî 36 salan rondik barîn berdewam dike’ ji bo hunermend Cewher Kanî Hencîrî hate vekirin.

Di pêşangehê de 36 tabloyên Cewher Kanî Hencîreyî ku ji êşên dayik û kesûkarên efalê pêkdihat hatin nişandan.

Berpirsa Sekreteriya Yekitiya Jinên Kurdistanê Seyran Mihemed derbarê vekirina pêşangehê de axivî û got: “Îro me pêşangehek wêneyan ji bo Cewher Kanî Hencîreyî ku bi xwe ji enfalê rizgar bûye, vekir. Armanca vekirina vê pêşangehê nîşandana êş û zehmetiyên wan kesanên ku ji Enfalê rizgarbûne û piştî derbasbûna 36 salan hîna jî rondikên çavên wan têne xwarê.”

Rojnamevan û çalakvana civaka sivîl Çiya Yasîn wiha got: “Divê giringî bidin aliyên derûnî ya kesûkarên Enfalê. Ev jî bi kêmkirina êş û başkirina jiyanê dibe. Divê hersal hewla başkirina birînên kesûkarên Enfalê bê dayîn û her wiha ji bo nifşên nû behsa Enfalê bê kirin, daku hişyar bin û ev cûrên karesetane cardin dûbare nebin.”

Tê payîn ku pêşangeh 14’ê Nîsanê li monîmênta Enfalê li Çemçemal were pêşandan.