Li Silêmanî hirç êrîşî zarokekê kir
Li bajarê Silêmanî li baxçeyek yê sewalan Hirçê êrîşî zarokekê kir û bi giranî birindar kir.
Silêmanî – Dûh êvarê li baxçeyê sewalan ya Çavîland li bajarê Silêmanî hirçê êrîşî zarokek sê salî kir. Zaroka ji ber êrişê bi giranî birîndar bû û wê rakirin nexweşxaneya bajar.
Hat hînbûn ku zaroka bi navê Lavîn Seîde û sê salî ye û Êzidi ye, ji ber êrîşa hirçê destek yê wê bi giranî birindar bûye û li neweşxaneyê bajar di bin çavdêriya bijîjkan de ye.