Li Sîdî Bouzîd du projeyên ji bo xizmeta jinan
Wezîra Malbat û Jin û Zarokan a Tûnisê ragihand ku wan dest bi kompleksa pêşxistina jinan "El-Xabiya llawla" li Bîr El-Hafî û kompleksa pêşxistina jinan "Muqediyat Menzel Bouziane" li parêzgeha Sîdî Bouzîd a Tûnisê kirine.
Tûnis-Wezîra Malbat, Jin, Zarok û kesên temenê wan mezin Amal Belhaj diyar kir ku avakirina van her du kompleksan di çarçoveya cîbicîkirina armancên plana niştimanî ya bihêzkirina aborî û civakî ya jin û keçan li deverên gundewarî ye ku armancên wê ya herî girîng tevlibûna jinan di warê aborî de li ser asta herêmî ye.
Her wiha tê zanîn ku kompleksa pêşxistina jinan "El-Xabiya llawla" li Bîr El-Hafî hat avakirin, piştî beşdarbûna 27 jinên herêmê yên temenê wan di navbera 20 û 45 salî de, ji dewreyek perwerdeya di warê teknîkên hilberînê, çawaniya afirandin û çêkirinê de çêbû.
Pêşxistina jinan Muqediyat Menzel Bouziane li parêzgeha Sîdî Bouzîd a Tûnisê, 16 jinên ku temenê wan di navbera 20 û 50 salî de pisporiya wan di warê pîşesazî yên kevneşopî de heye ku ji kursên perwerdeyê ber bi fêdeyê ve diçin.