Li Serhedê ji ber barana zêde lehî rabû

Li gelek gundên herêma Serhedê ji ber barana zêde lehî rabû û rê li ber xisar û ziyanan vekir.

Navenda Nûçeyan - Li bajarên Wan, Erzirom, Mûş, Agirî û Qersê yên herêma Serhedê ji ber barana zêde lehî rabû. Li gor daxuyaniya Wezareta Tenduristiye, ji ber lehiyê li Mûş, Erzirom, Xarpêt, Agirî, Ordu û Samsunê bandor kiriye gelek ekîbên xilaskirinê û 22 ambulans hatin wezîfedarkirin.

Li gelek gundên herêma Serhedê ji ber baranê lehî rabû, mal û milkên welatiyan jî zerer dîtin. Ji ber barana zêde li navçeya Ebex a Wanê, li navçeya Tekman a Erziromê, li navçeya Milazgiriyê ya Mûşê, li navçeya Dutaxê ya Agiriyê û li navçeya Qamûşan a Qersê lehî rabû û rê li ber xisar û ziyanan vekir.

Li gundê Baxçe ya bi ser navçeya Milazgara Mûşê ve Nazar Karataş a ciwan û dayîka xwe bi lehiyê re çûn. Nazar Karataş di lehiyê de jiyana xwe ji dest da û dayîka wê hat rizgarkirin.

Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê daxuyanî da û ji bo tedbîrên lehiyê banga hişyariyê li Agirî, Çewlig, Erzîngan, Erzirom, Qers, Wan, Mûş, Erdexan, Gîresûn, Ordu, Samsûn, Trabzon û Baybûrtê kir.