‘Li seranserê cîhanê 120 milyon kes bi darê zorê hatin koçberkirin’

Li gorî rapora “Di sala 2024’an de Meyla Kûrewî ya ji bo Koçberkirina bi Darê Zorê”; Hêjmara mirovên bi darê zorê ji cih û warên xwe bûne li cîhanê gihîştiye 120 milyonî.

Navenda Nûçeyan - Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) rapora xwe ya bi sernavê ‘Di sala 2024’an de Meyla Kûrewî ya ji bo Koçberkirina bi Darê Zorê’ eşkere kir. Di raporê de hat diyarkirin ku ev 12 sal in li pey hev zêdebûneke jicîhûwarkirina bi darê zorê heye û bal kişand ser wê yekê ku reqemên sala borî li seranserê cîhanê gihîştine astên nû yên dîrokî.

‘Divê çareseriyeke lezgîn ji pevçûnan re bê dîtin’

Di raporê de hat ragihandin ku heta Gulana 2024’an hêjmara kesên bi darê zorê hatine koçberkirin gihiştiye 120 milyonî û hat destnîşankirin ku pevçûnên li Sûdan, Xeza û Myanmarê diqewimin wê bibin sedema koçberiyên nû û divê demildest çareseriyek ji van re bê dîtin. Raporê bal kişande ser wê yekê ku zêdebûna awareyan nîşana “serneketina” ji bo çareserkirina qeyranên didomin û demdirêj e û hişyarî da li hember xemsariya cîhanê û bêhelwestiya li hember vê rewşê.

‘10,8 milyon Sûdanî koçber bûn’

Di raporê de hat destnîşankirin ku hêjmara mirovên bi darê zorê ji cih û warên xwe bûne bi qasî Japonya ye, ku li cîhanê di rêza 12’emîn a herî qelebalix de ye. Hat diyarkirin ku pevçûnên wêranker ên ku li Sûdanê didomin alîkariya herî mezin di zêdekirina reqemên jicîhûwariyê de kir û hat diyarkirin ku ji Nîsana 2023’an vir ve zêdeyî 7,1 milyon kes li welêt ji cih û warên xwe bûne û 1,9 milyon Sûdanî jî koçî welatên cîran kirine. Di raporê de hat gotin: “Di dawiya sala 2023'an de bi tevahî 10,8 milyon Sûdanî ji cih û warên xwe bûn. Di sala borî de ji ber pevçûnên tund ên li Komara Demokratîk a Kongoyê û Myanmarê bi milyonan mirov di hundir de ji cih û warê xwe bûn.”

‘Krîza herî mezin a jicihûwarbûnê ya cîhanê ya Suriyê didome’

Hat destnîşankirin ku Ajansa Alîkarî û Xebatê ya Neteweyên Yekbûyî (UNRWA) ji bo Penaberên Filistînî yên li Rojhilata Nêzîk texmîn dike ku ji ber tundûtûjiya wêranker a li Zivala Xezayê heta dawiya sala 2023’an nêzî 1,7 milyon kes (ji sedî 75’ê nifûsê) wê koçber bibin, hat diyarkirin ku hin penaberên Filistînî ji carekê zêdetir ji cih û warên xwe bûne. Hat destnîşan kirin ku Suriye li cîhanê krîza herî mezin a jicihûwarbûnê berdewam dike û 13,8 milyon kes li hundir û derveyî welat bi darê zorê koçber bûne.

‘Jicihûwarbûna navxweyî derket 68,3 milyonî’

Di raporê de ev agahî hatin dayîn: “(Li seranserê cîhanê) zêdebûna herî zêde ya jicihûwarbûnê ji ber kesên ji pevçûnan reviyane û li welatên xwe mane pêk hatiye. Li gorî Navenda Çavdêriya Jicîhûwaran a Navxweyî (IDMC) ev hêjmar derket 68,3’an. Ev jî di 5 salên dawî de, bi zêdebûna ji sedî 50’î re rasterast tê.”

‘Hêjmara penaberan gihişt 43,4 milyonî'

Li gorî raporê; Hêjmara penaber û kesên din ên ku hewcedariya wan bi parastina navneteweyî heye gihiştiye 43,4 milyonî, di nav wan de yên ku di bin raye ya UNHCR û UNRWA de ne. Li gel ku piraniya penaberan li welatên cîran bi cih bûne, ji sedî 75’ê wan li welatên bi dahata kêm û navîn dijîn. Di sala 2023’an de li seranserê cîhanê zêdetirî 5 milyon kesên di hindir de jicihûwarbûne û zêdetirî milyonek penaber vegeriyan welatên xwe.

‘Divê civaka navneteweyî were teşwîq kirin da ku gavên lezgîn bavêje’

Di raporê de analîzên nû yên derbarê qeyrana avhewa û mirovên ku bi zorê ji cihên xwe bûne çawa ku rêjeya wê her ku diçe zêde dibe û bandor dibe hate parve kirin û di raporê de cih hat dayîna nêrînên Komîserê Bilind ê Penaberan ê Neteweyên Yekbûyî Filippo Grandi. Filippo Grandi bal kişand ser wê yekê ku li pişt van hêjmarên tûj û zêde trajediyên mirovî yên bêhêjmar hene û got: “Ji bo çareserkirina sedemên bingehîn ên jicîhûwarkirina bi darê zorê divê civaka navneteweyî bihêle ku tevgerek bilez bigire.”

‘Pêwîstiya koçberan bi piştevaniyê heye’

Filippo Grandi bal kişand ser wê yekê ku divê aliyên şer rêzê li qanûnên bingehîn ên şer û hiqûqa navneteweyî bigirin û di rewşa şer û binpêkirina mafê mirovan û derbarê krîzên avhewayê de hevkariyek baştir û hewldan hebe, wê hejmara zêdebûna jicihûwarbûnê berdewam bike, wê ev jî rê li ber sefaletên nû û mudaxeleya mirovên bi maliyet veke.

Filippo Grandi wiha got: “Pêwîstiya koçberan û yên ku malûvaniyê ji wan re dikin bi pêştevanî û alîkariyê heye. Ger ew bikevin navê wê sûd bide civakê û dide.” Filippo Grandi bi bîrxist ku sala borî bi milyonan mirov vegeriyan malên xwe û vê weke “Ronahiyek girîng a hêviyê ye” pênase kir.