Li ser tora civakî kampanya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk hate destpêkirin

Piştî dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê êrîşî xaka Başûrê Kurdistanê kir, welatiyên Başûrê Kurdistanê li ser tora civakî bi armanca sekinandina êrîşan kampanya dan destpêkirin.

Navenda Nuçeyan – Êrîşa hevbeş ya dewleta Tirk û PDK di şeva 17’ê Nîsanê de li ser sînorê Amediyê û Şêladizê yê Başûrê Kurdistanê destpêkir. Li hemberî vê êrîşa dagirkeriyê welatiyên Başûrê Kurdistanê di nava çalakiyan de ne û li ser tora civakî bi armanca sekinandina êrîşan kampanya dan destpêkirin. Bi hezaran siyasetmedar, rewşenbîr, rojnamevan û parêzvanên mafê mirovan di tora civakî de piştevaniya heştega bi navê heştega #Milyonî na ji şerxwaziya Tirkan re (#No_For_The_Turkish_invasion_of_Kurdstan) kirin û daxwaz kirin ku demildest êrîşên dewleta Tirk yên li Başûrê Kurdistanê bisekinin. Kampanya ya ku rastî eleqeyek mezin hat û bi hemû leza xwe belav dibe.

Welatiyên tevlî kampanyayê bûn dewleta Tirk û xayin hatin şermezarkirin û dan diyarkirin ku divê hemû Kurdê xwedî şeref van êrîşan şermezar bikin û li beramber vê yekê bêdeng nebin û dibêjin: “Ger bi gotina yek peyvê be divê li beramberî êrîşên dewleta Tirk nerazî werîn nîşandan û pêşî li şerxwaziyê were girtin.”