Li ser rojnivîsê koçberiya zarokatiyek
Rojnivîsa Rûheyvê êşên ku nehatine jibîrkirin, kêvxweşiyên nîvçomayî, malên li pişt hatine hiştin, rêwîtiyên bêdawî û zarokatiya ku bi koçberiyê dibore vedibêje. Li ser xetên wê yên nivîsê ji xeyalên zarokatiyê wêdetir, gelek riyên koçberiya hene.
BÊRÎVAN ÎNATÇÎ
Dêrik – Hinek pênûs xeyalan diherikînin ser rûpelan; bajarên ku nehatine dîtin, rêwîtiyên ku nehatine jiyîn, kêfxweşiyên di xewnên siberojê de û hêviyan dinivîsînin. Lê hinek pênûs jî rastiya tazî ya ku hatiye jiyîn dihêle li ser lênûsên veşartî. Her çiqas dem di ser de derbas bibe jî êşên ku nehatine jibîrkirin, kêxweşiyên nîvçomayî, malên li pişt hatine hiştin, rêwîtiyên bi dawî nabin û zarokatiya ku bi koçberiyê derbas dibe vedibêjin. Rojnivîsa Rûheyvê bi şêweyê duyemîn e.
Li ser xetên wê yên nivîsê ji xeyalên zarokatiyê wêdetir, riyên koçberiyê hene. Di nav rûpelên rojnivîsa wê de çend bîranînên ji zarokatiya wê, pêlîstokekî ku ji koçberiyekî xwe rizgar kiriye, lênûs û pênûsa xwe ji koçberiyeke din rizgar kiriye û bajar bi bajar bi xwe re gerandiye û bêrîkirina salan veşartî ye.
Çîroka Rûheyv Qasim jî wiha destpê dike. Rûheyv ji bajarê Efrînê, Rojavayê Kurdistanê ye. Niha 14 salî ye. 14 salên ku tê de 6 caran koçberiyê jiyaye. Bi destpêkirina şerê Sûriyeyê re malbata wê ya li Helebê bû neçar ma berê xwe bide Tirkiyeyê. Piştî ku şoreş saz dibe vê carê bi bêrîkirina salan vedigerin bajarê xwe yê Efrînê. Lê çîroka koçberiyê li vir bi dawî nabe. Di 18’ê Adara 2018’an de dema ku dewleta Tirk dest bi êrîşên li ser Efrînê dike Rûheyv wê demê 6 salî ye. Ew roj bi zelalî nayên bîra wê. Dîmenên di hişê wê de nîvço ne, deng nîvço lê belê tiştekî ji bîr nekiriye, kêliya ku her kes di nava lezûbeza komkirina cilûbergan de ye, pêlîstoka ku ew digre gel xwe.
Hevokên destpêkê: Koçberiya ji Efrînê
Rûheyv dema ku tevî malbata xwe neçar dimîne koçberî Şehbayê bibe hê xwendin û nivîsandinê nizane. Naskirina wê ya tîpan rastî salên koçberiyê tê. Bi yekem gotinên ku fêr bûye re, yekem hevokên ku saz kir li serrojnivîsa xwe nivîsî. Tîpên xwar ên destpêkê, bi demê re veguherîn şahidiya zarokek keç a li ser riyên koçberiyê mezin dibe. Bi hevokên sade lê rastiyeke tazî ji bo koçberiya xwe ya ji Efrînê van hevokan dinivîsîne: “Di 3 rojan de em gihîştin gundê Soxanekê. Paşê em çûn gundekî din. Li malekî man. Ne derî hebû, ne şibak. Binê malê jî tenê ax bû. Ser xanî jî tunebû. Baran dibariya em şil dibûn. Dengê bombeyan ji nêzî me dihat. Paşê em çûn gundê Ziyaretê. Li wê derê me malekî dît bi sê odeyan. Em deh malbat lê man.”
Ruhêyv li ser koçberiya xwe ya ji Efrînê dibêje: “Min fêm nedikir ku çi dibe, tenê dema min dît her kes tiştên xwe kom dike min jî pêlîstoka xwe hilgirt. Heya Şehbayê jî ew pêlîstoka min bi min re bû.” Pêlîstoka ku yekane tişt e Rûheyv digre gel xwe, dema koçberiya ji Şehbayê li wê derê dimîne.
Cihê ku hevok lê saz bûn: Şehba
Piştî demekî mayîna li Şehbayê dibistan vedibin. Rûheyv jî weke şagirtekî dest bi xwendinê dike. Di bîr û xeyala wê de tiştek heye ‘divê zû fêrî xwendin û nivîsandinê bibe.’ Ji ber ku hevokên ew dixwaze li ser rojnivîsa xwe dirust bike hene, hêviyên ku divê li ser xêz bike hene. Li ser jiyana xwe ya li Şehbayê Rûheyv wiha dibêje: “Li Şehbayê em diçûn dibistanê. Pir xweş bû. Hevalên min hebûn. Em bi hev re diçûn seyranê. Niha gelek bêriya wan dikim.”
Digel ku li Şehbayê bi hêviya vegera Efrîna azad dijî, koçberiyeke din li pêşiya xwe dibîne. Di rojnivîsa xwe de diyar kiriye ku tiştê herî zêde pê diêşe koçberiya ji Şehbayê ye. Ew êdî ne tenê malek li pey xwe dihêle neçar dimîne ji hevalên xwe û ji xwendina xwe ya li dibistanê jî qut bibe. Bi hestên ku bi vê êşê hîs dike van hevokan li rojnivîsa xwe dinivîsîne: “Seat 5’ê sibehê em ji gundê Marata derketin. Bav û dapîra min li ser karê xwe bûn. Ew jî dawiyê gihîştin me. Rojekî em li kolanê man. Wê şevê cîranê me xwest biçe serdana malbata xwe. Di rê de şehîd bû. Du zarokên wî yên biçûk hebûn. Seat 8’ê sibehê çete ketin gund.”
Rûheyv vê carê ne pêlîstokên xwe, rojnivîs û pênûsên xwe digre gel xwe dema ji nava tirsa kambax a êrîşên çeteyan derdikeve û berê xwe dide Tebqayê.
Her ku mirov rûpelan diqelibîne, bajar jî diguherin. Şehba… Tebqa… Dêrik… Her bajarek dibe dîrokek ku li ser rojnivîsa Rûheyvê zêde dibe. Her dîrok jî maleke din a li pişt maye, kolaneke din, jiyana din e…
Di nava rêzikên rojnivîsê de peyveke veşartî
Her ku Rûheyv mezin bû nivîsa wê bedewtir bû. Lê belê peyvek hebû di nava rêzikên nivîsa wê de. Peyveke ku li ser rojnivîsa wê ya navê ‘Êşa Efrînê’ lê kiriye hêviyek nedîtî di nava xwe de dihewîne. Bi çavên zarok Rûheyv dihêle ku pêşerojek azad û bedew a bi xeyala wê dijî dirust bike. Ew jî ‘veger’ e.
Daxwaza xwe ya vegerê û azadiyê bi van hevokan nivîsandiye ser rojnivîsa xwe: “Êdî bes e ji zilm û zoriya li ser me Kurdan re, êdî bes e ji dayîna şehîd û esîran re, êdî bes e ji girî û loriyên dayîkên me yên Kurdan re.”
Li ser bêrîkirinên xwe Rûheyv dibêje: “Ez herî zêde bêriya hevala xwe dikim. Ew li Efrînê ye. Bêriya dibistanê dikim. Ev bû 9 sal ez ji Efrînê derketime. Gelek tiştên wê derê jî nayên bîra min lê dixwazim vegerim û her tişt mîna berê xweş be. Ez dixwazim zarok xwendina xwe berdewam bikin û dest ji xwendinê bernedin. Ji ber ku xwendin pêşerojê xweş tîne pêşiya mirov. Ez ê jî dem nivîsandina xwe berdewam bikim.”
‘Bi hezaran zarokan zarokatiya xwe nejiyan’
Rûheyv dibêje ku yekane daxwaza wê piştî vegera Efrînê berdewamkirin û berfirehkirina rojnivîsa wê ye û her wiha dixwaze xwendina xwe jî bi zimanê Kurdî temam bike. Rûheyv dibêje: “Ji xwendinê hez dikim û meraqa min heye li ser. Ez dixwazim van rojên zehmet û xweş hemûyan binivîsînîm. Ji bo ji dîrokê re bimînin. Bi hezaran zarokên Efrînê zarokatiya xwe najîn. Ji ber ku her dem di riyên koçberiyê û di nava şer de bûn.”
Kêliya ku me hevpêyvînê bi Rûheyv re dikir, ew li ser riya vegerê bû. Bi kelecaneke mezin li benda rêwîtiyê bû. Piştî salan ew zaroka ku li ser riya koçberiyê mezin bû vegeriya Efrînê. Dibe ku kolanên zarokatiya xwe lê hişt nedîtibe. Dibe ku bajarê di hişê wê de maye û bajarê ku li pêşberî wê ye ne heman bû. Lê piştî salan gihîşt bêrîkirinên ku di nava rûpelên rojnivîsa xwe de veşart û di her koçberiyê de wê parast.
Rojnivîsa Rûheyv ne tenê çîroka zarokak e. Ew rêzik û hevok rûyê şer ê ku bi hejmaran nayê veşartin vedibêje. Çîroka kesên ku ji cihên xwe bûne, zarokên ku neçar hatine hiştin bi koçberiyê re mezin bibin û kesên bi salan xwe li ser hêviya vegerê girtin…
Rûhevy rojnivîsa xwe ya ku hevoka wê ya dawiyê “Ez li benda vegerê me ger ez vegerim Efrînê ez ê biçim bin dara zeytûnê û hevalên xwe bibînim” e, niha li Efrînê di bin dara zeytûnê de didomîne.
Şefeqa ku Rûheyv gihîşt Efrînê û bêrîkirinên xwe, me jî bedewiya hilatina rojê ji bin çiyayan bêpar nehişt.