Li ser banga seferberiyê jinan xwe perwerde dikin
Jinên Bajarê Hesekê bi pêşengtiya Kongra Star li ser banga serferberiya xweparastinê ya Rêveberiya Xweser bi Şerê Gelê Şoreşgerî beşdarî dewreyên perwerdeyan dibin û xwe li ser bikaranîna çekê fêr dikin.
Hesekê- Rêveberiya Xweser li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrîşên çeteyên girêdayî dewleta Tirk ên li ser kantona Şehba –Efrîn û êrîşên li ser herêmê, ji bo xweparastinê bang kir û seferberiya giştî ragihand. Jinên Bajarê Hesekê li ser banga seferberiyê bi pêşengtiya Kongra Star û Hêza Parastina Civakî- Jin dewreyên perwerdê vekirin. Dewreya Perwerde ji aliyê Endama Komîteya Parastinê ya Meclisa Bajarê Hesekê Rojîn Elî hate des pê kirin. Dewre dê 3 rojan berdewam bike, waneyên ku werin dayîn li ser girîngiya Şerê Gelê Şoreşgerî û fêrkirina bikaranîna çekê ye.
Endama Komîteya Parastinê ya Meclisa Bajarê Hesekê Rojîn Elî tekez kir ku pêvajoya ku herêm têre derbas dibe pêvajoyek şerê hebûn û nebûnê ye û wiha anî ziman: ”Ev pêvajo Şerê Gelê Şoreşgerî xwe ferz dike, bi vî rihî hevgirtina gelan wê bibe bersiva ji hemû pianên qirkirin û tunekirinê. Ji bo ku em bikaribin deskeftiyên şoreşa xwe biparêzin ji hemû jinan tê xwestin ku bi vî rihî xwe birêxistin bike û şiyar be.”
‘Jin bi erkê xweparastinê radibe’
Wefa Ebûd da zanîn ku armanca tevlîbûna wê ji dewreya perwerdê ewe ku bikaribe rola xwe di parastinê de bilîze û wiha anî ziman:” Li derdora me hemû şer û êrîş in, ji bo ku em wekî jin bikaribin rola xwe di nava civakê de bigrin û piştgirî bidin şervanên QDS’ê me pêwistî dît ku em tevlî perwerdê bibin. Dijminê me bi hemû rêbazan êrîşî me dike, me jî bi xweparastinê guncav dît ku mal, tax û bajarê xwe biparêzin. Dema dema xweparastinê ye divê her kes bi rola xwe bilîze.”
‘Berxwedan serkeftinê misoger dike’
Duha Ehmed diyar kir ku dê jinan bi rihê Şerê Gelê Şoreşgerî gavên serkeftî bavêjin û got:” Yê ku şoreşa me gihand vê astê û deskeftiyên pîroz bidesxit jin e, jinan gelek tekoşîn û bedelên giran dan lewma îro erka jinê ye ku li xwe û civaka xwe xwedî derkeve. Armanc ji vê perwerde ewe ku em xwe biparêzin. Her çiqas êrîş hebe em natirsin, xeta me xeta berxwedaniyê ye û emê di riya vê xetê de serkeftinê misoger bikin.”
Li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê î perwerdeyên fêrkirina çekan hatin vekirin û jinan bi gerseyî tevlî dewreyê dibin.