Li ser banga KJAR’ê Werîşe Mûradî çalakiya xwe bi dawî kir

Endama Komeleya Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Werîşe Mûradî li girtîgeha Evînê li dijî kiryar û zextên rejîma Îranê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem kiribû, li ser banga KJAR’ê çalakiya xwe bi dawî kir.

Navenda Nûçeyan – Endama Komeleya Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Werîşe Mûradî bi sûcdariya ‘îsyanê’ bêyî ku were darizandin, ji 14 mehan zêdetir e li Girtîgeha Evînê di qawîşa jinan de girtî ye. Werîşe Muradî 10’ê Cotmehê ragihandibû ku ji bo balê bikşîne ser Îrana ku di bin rûpoşa îslama siyasî de her roj mirovan qetil dike û bi darve dike dest bi greva birçîbûnê ya bêdem kiribû û ev 19 rojbû di çalakiya greva birçûbûnê de bû.

Werîşe Mûradî li ser banga Komeleya Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) ya di 25’ê cotmehê de, dawî li çalakiya xwe ya greva birçîbûnê anî.

Hêjayî bi bîrxistinê Komeleya Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR), Platforma Jinên Demokratîk ya Navnetewî û Rêxistina ‘Ne tabû, ne jî tundiya li dijî jinan re na’ bi daxuyaniyan bang kirin ku ji ber rewşa tendirûstiya Werîşe Muradî ne destdayîye, divê çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bi dawî bike.

Komeleya Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR)’ê di 25’ê cotmehê de bi daxuyaniyekê ji bo bidawîkirina greva biçîbûnê bang li Werîşe Mûradî kiribû. Di daxuyaniya KJAR’ê de hatibû diyarkirin ku metirsî heye Werîşe Mûradî bikeve komayê û hatibû gotin ku dê têkoşîna wê li derve were bilindkirin.