Li Senendejê li dijî qirkirina jinan banga hevgirtinê

Ji Senendejê li dijî qetilkirina bi awayê hovane ya Mona Haydarî ya 17 salî, banga hevgirtin û têkoşîna hevpar a li dijî qirkirina jinan hat kirin.

Navenda Nûçeyan- Piştî li Ahwazê Mona Haydarî ya 17 salî hat qetilkirin, jinên li Senendejê ketin nava tevgerê. Jinên ku bi navê Aktîvîstên Mafên Jinan ên Senendejê belavok belav kirin, bal kişandin ser qirkirina jinan û li dijî qirkirinan banga têkoşîna hevpar kirin.
Jinên Senendejê diyar kirin ku ew hemû êrîş, komkujî û cînayetên li ser jinan, her çi bi navê "tore" û "namûsê" dibe bila bibe, weke qirkirina jinan dinirxînin, wêneyên Mona Haydarî hilgirtin. 
“Dest ji hincetên ji bo kuştina jinan berdin”
Di daxuyaniya jinên Senendejî de van gotinan cih girtin;
“Em dixwazin binpêkirinên mafan û tundiya li ser jinan demildest bên rawestandin, em dixwazin qetlîamên li ser jinan bi dawî bibin. Êdî tehemula me ji bêdengiya li dijî zilm û bêedaletiya li ser jinan re nemaye. Jin ne namûsa tu kesî ne û em naxwazin wek namûsa tu kesî bên hesibandin. Dest ji hincetên ji bo qetlîamên jinan berdin.” 
Jinên Senendejê ya ku destnîşan kirin cînayetên tên jiyîn, dijminatiya jinan e, diyar kirin ku ew dixwazin mafên civakî bên naskirin û wekheviyê bê avakirin.