Li Semsûrê Walî bi ken bersiva bertekên gel da!

Gelê Semsûrê ku ber bi Walîtiyê ve meşiyan, bi van gotinan bertek nîşan da: "Ka alîkarî, malbatên we hemûyan hene, qey hîç rehm bi we re tune ye, tu here bila wezîrê te were." Walî jî, bi ken xwe parast.

Navenda Nûçeyan - Gelê Semsûrê ku bandor ji erdhejên Mereş û Semsûrê girt, ber bi walîtiyê ve meşiya. Welatiyên ku li ber walîtiyê kom bû, bi dirûşmeya "Semsûrê bêxwedî ye" bertek nîşanî Waliyê Semsûrê Mahmût Çûhadar dan. Bertekên li dijî walîtiyê li ser hesabên medyaya sanal hatin belavkirin. Di dîmenê de gel bang li walî dike û dibêje: "Ka alîkarî, malbatên we hemûyan hene, qey hîç rehm bi we re tune ye, tu here bila wezîrê te were."

Di dîmenan de tê dîtin ku polîsan derdora walî girtiye û walî li dijî berteka gel bi ken xwe diparêze.