Li Semsûrê ji bin kavilê cenazeya jinek hat derxistin

Li Semsûrê di roja 122’emîn a erdhêjê navend Mereş a 6’ê Sibatê pêk hat de cenaza jinekê di dema rakirina kavilan de hat derxistin.

Navenda Nûçeyan – Yek ji bajarên ku ji ber erdheja 6’ê Sibatê ya navend Mereşê de hilweşînek mezin lê rûda Semsûr e. Li Semsurê di roja 122’emîn a erdhêja ku navenda wê Mereş bû pêk hat de li taxa Turgut Reîs  cenaza jinekê ji kavilên avahiyekê hat derxistin.

Hat diyar ku cenaze di dema rakirina kavilan de ji aliyê operatorê kepçeyê ve hatiye dîtin û aydê jineke 20 salî bûye.