li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê şoreşa 'Jin, jiyan, azadî'
Xwepêşandanên şermezarkirine yên bi pêşengiya jinan li Îran û Rojhilatê Kurdistanê li cîhanê belav dibin, ji çar aliyên welat bênavber nûçeyên çalakiyan tên. Hemû beşên civakê bi daxwaza “Şoreşê” li kolanan dimeşin.

Navenda Nûçeyan- Xwepêşandanên piştî qetilkirina Jîna Mehsa Emînî ya 22 salî li Tahrana paytexta Îranê vediguherin serhildanan û serhildan jî wek gotina çalakvanan vediguherin şoreşa "Jin, jiyan, azadî." Xwepêşandanên bi daxwaza hilweşandina rejîma Îranê tên domandin, li seranserê welat berdewam dikin.
Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê xwepêşandanên şermezarkirinê li dijî qetilkirina Jîna Mehsa Emînî di roja xwe ya 19’emîn de ne. Li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê xwendekarên jin ên zanîngehê li dibistanan dest bi grevê kirin. Xwendekarên jin bi dirûşma 'Jin, jiyan, azadî' li dijî rejîmê û binpêkirina mafê azadiyê çalakiya derxistina hîcabê li dar xistin.
Dîmenên bêhêvî yên rayedarên rejîmê ku dirûşmên “Ji Molla re mirin”, “Jin, jiyan, azadî” yên di xwepêşandan û meşan de li ser dîwaran hatiye nivîsandî jê dibin, ketin ber kamerayan.
Hewl didin xwepêşandanan bi tundî bitepisînin
Şeva borî li bajarên Rojhilatê Kurdistanê yên weke Sinê, Kirmanşan, Îlam, Urmiye, Dîwandere, Seqiz, Merîwan, Mehabad û Dêwlan xwepêşandanan berdewam kirin. Hêzên girêdayî rejîma Îranê li gelek bajaran bi tundî bersiva xwepêşandêran dan. Cotkarên bajarê Îsfehanê û karkerên santrala elektrîkê ya navçeya Dalaho ya Kirmaşanê jî ji bo şermezarkirina "sozên derew ên rayedaran" tevli xwepêşandan û greva giştî bûn.
“Bila girtî bên berdan”
Li bajarên mezin ên wekî Tahran, Şîraz, Meşhed, Esfehan, Reşîd, Tevrêz, Zencan û Yêzdê xwepêşandanan bênavber berdewam kirin. Piştî girtina xwendekarên zanîngehê bi taybet zanîngeha Şerîf, li paytext Tahranê xwepêşandanek hat lidarxistin û daxwaza berdana wan hat kirin. Wezaretên Karên Derve yên Fransa û Almanyayê di daxuyaniyên cuda de, zexta hovane ya xwendekar û zanîngehên zanîngeha Şerîf a Teknolojiyê ya Îranê şermezar kirin û destnîşan kirin ku divê zext û zordariya li welat were rawestandin.
Li Fransayê banga civaka hunerî
Nêzî hezar kesên ji civaka sînemaya Fransayê ku di nav de lîstikvan, derhêner û derhêner jî hene, bi nivîsa bi navê “Jin jiyan azadî” banga piştgirîdayîna ji bo serhildana çalakvanan kirin. Di bangawaziyê de civaka hunerî ragihand ku ew dixwazin piştgiriya xwe ji bo jinên Îranî yên ji bo azadiya xwe têdikoşin û jiyana xwe dixin bin metirsiyê bi giştî diyar bikin û piştgirî didin serhildana gelên îranê ya ku bi wêrekî berdewam dike.
Ji Norwecê peyam
Konfederasyona Sendîkaya Norwêcê ku nûnertiya nêzî milyonek karkeran dike, bi xîtaba Elî Hamineyî peyam şand û ji aliyê rejîma Îranê ve tepeserkirina hovane û tund a xwepêşanderan şermezar kir.
Hejmara kesên ku hatin qetllkirin gihîşt 154’an
Rêxistina Mafên Mirovan a li Îranê bîlançoya zarok jî di nav de kesên di çalakiyên ji 16’ê Îlonê û vir ve hatine qetilkirin parve kir. Her wiha di daxuyaniya rêxistinê de hat diyarkirin ku hejmara kesên di bûyerên tundî yên vê dawiyê de li Zahedana navenda parêzgeha Sîstan û Belûçistanê hatine jiyîn de jiyana xwe ji dest da gihîştiye 63 kesan.