Li Rojhilatê Kurdistanê pêşangeha kulîlk û giyayan

Ji 20 bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê, atolye û serayên cur be cur hatin ba hev û 500 cure giyanên ku di navbera wan gelek cureyên kulilkan hatin pêşkêş kirin.

HADIYA MAHDAVÎ

Kirmaşan – 12’emîn Fuara Giya û Îxtîsasê, bi beşdariya 70 atolyeyên hilberînê yên ku di warê kulîlk, giya amûr û alavên serayê de dixebitin, li bajarê Kirmaşan ê Rojhilatê Kurdistanê hat lidarxisitn.

500 cure kulîlk û giya hatin pêşkêşkirin

Ji 20 bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê gelek şîrket, atolye û sera hatin ba hev gelek cureyên kulîlk û giyayan ku ji 500'î zêdetir bûn ligel gubre û ax, tov, şax, pergalên avdanê yên kevneşopî û ekîpmanên bexçeyan, hatin pêşkêşkirin. Pêşangeha ku roja 8’ê Îlonê dest pê kir, 13’ê Îlonê (îro) li navenda pêşangeh ya navneteweyî ya li bajar Kirmaşanê bi dawî bû.

Beşdariya zêde ya jinan têkiliya wan û xwezayê nîşan dida

Beşdariya zêde ya jinan, têkiliya kûr a di navera jinan û xwezayê de nîşan da. Her wiha ji ber ku gelek dezgeh ên jinan bûn, ên difrotin û dikirîn zêdetir jin bûn, dîmenên rengîn derketin holê.

Di vekirina pêşangeha navneteweyî ya li Parka Şehîdan de Shîwa Karmî axivî û got me standa xwe vekir û em her cura vexwarina xwezayî difroşin.”

Shîwa Karmî diyar kir ku yek ji armancên wan ew e terzê jiyana mirovan ên beriya amûr û makîneyan nîşan bidin û got: “Em dixwazin mirov vegerin beriya serdema amûr û makîneyan û tama jiyana ku xwezayî bû derxin.”

Jina bi navê Kerry jî got: “Piranî beşdarên fiarê jin in û ji aliyê wan ve tê birêvebirin. Ev yek têkiliya di navbera jinan û xwezayê de nîşan dide. Ez hêvîdar im mirov vegerin nava xwezayê û ji her alî ve gerdûnê biparêzin.”