Li Rojhilata Navîn şer berxwedan û 25’ê Mijdarê: Rojhilat
Jinên Rojhilatê Kurdistanê yên di nava şîdeta dewleta Îranê û malbata baviksalar de mane, bi felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ ya ji hemû jinên cîhanê re bû îlham, berxwedana xwe mezin kirin û bi biryardarî têkoşîna xwe didomînin.
Li Rojhilatê Kurdistanê li dijî şîdeta mêr-dewletê jin rabûne serhildanê
Navenda Nûçeyan – Jin li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ji gelek aliyan ve rastî şîdetê tên. Ligel zextên civaka baviksalar, pêkanînên li ser navê kevneşopiyan ên ku jinan di jiyanê de li paş dihêlin, pirsgirêka bingehên a jinên Rojhilatî, polîtîkayên ku bingehê ji şîdeta mêr re çêdikin û dijminahiyê bi jinan re dikin in. Jinên Rojhilat, li dijî pergala şîdeta mêr û dewletê, ya li mal, kolan, dibistan, cihên xebatê û di metroyan de; îro bi felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ pêşengî ji têkoşînê re dikin. Serhildana ku li tevahiya Îranê belav bûye, niha ji hemû jinên cîhanê re dibe îlham.
Jinên Rojhilatî, di her warê jiyanê de, kuştin, girtin, darvekirin, îşkence û cezayên herî girin digrin ber çavên xwe û têdikoşin.
Şîdeta li dijî jinan zêde bû
Şîdeta nava malê, qetilkirin û mirina bi guman, li Rohilatê Kurdistanê di salên dawî de ji sedî 30 zêde bûye. Bûyerên qetilkirina jinan zêdetir ji aliyê mêrên herî nêz ve, ji aliyê bav, birayê mezin û birayê biçûk an jî hevjîn ve tên kirin. Li gorî raporên ku tên weşandin; ji sedî 10 jinên tên qetilkirin, ji 18 salî biçûktir in. Mirina jinên ku bi awayê guman jiyana xwe ji dest didin weke ‘întihar’ dikeve qeydan û têkildarî bûyerê tu lêkolîn û lêpirsîn nayê kirin. Li Rojhilat di salên dawî de yek ji awayê şîdeta ku zêde bûye jî ya dîjîtal e. Şîdeta di dema axaftinê de yan jî şîdeta dîjîtal, li dijî jinan bi riya teknolojiyê tê kirin. Bi amûrên weke telefon, înternet, medyaya dîjîtal, lîstikên kompîtorê, peyamên nivîskî, e- postayan şîdet tê kirin.
Zewicandina di temenê biçûk de
Zewaca di temenê biçûk de jî di salên dawî de gelek zêde bûye. Bi taybetî bi krediyên bankayan û fonên ku hikumet ji bo teşwîqkirina zewacê dide; ji bo malbatên ku dahata wan kêm e weke ‘derfet’ tê dîtin, zarokên xwe yên ji 18 salî biçûktir dizewicînin. Li gorî daneyên herî dawî; 8 hezar zarokên keç ên ji 15 salî biçûktir hatine zewicandin û zewaca gelek ji wan kesan bi hevberdanê bi encam bûye.
Sinetkirina jinan li hinek bajaran hê jî didome
Li hinek bajarên Rojhilat, hê jî sinetkirina jinan hê jî heye. Vê pêkanîna dermirovî ya ku ji aliyê bedenî û ruhî ve texrîbatê li ser jinan çêdike, li ser zarokên 3 salî û 12 salî tê kirin. Li wan herêman jin beriya ku bizewicin tên sinetkirin. Jin li dijî vê pêkanîna ku li dijî mafên jinan ên di warê bedena wan de tecawiz e, di gelek waran de têdikoşin.
Ji girtîgehan heta malan her der qada têkoşînê ye
Li Rojhilatê Kurdistanê ligel şîdeta mêran, jin li dijî dewletê jî têkoşîneke mezin didomînin. Jinên Rojhilatî yên pêşengî ji çalakiyên li kolanan re dikin, bi vekirina serê xwe li cihên qelebaliq çalakiyan li dar xistin. Endama KJAR’ê Werîşe Mûradî, rojnameger Pexşan Ezîzî û Zeyneb Celaliyan û bi dehan jinên girtî, girtîgehên ku lê dimînin veguherandin kelehên berxwedanê û têkoşîna xwe didomînin. Jinên Rojhilatî yên ku têkoşîna azadiyê li dijî malbatê û hemû warên jiyanê didomînin; bi biryar in ku bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadi’ têkoşîna xwe mezin bikin.