Li Rojhilat û Îranê serhildana jinan didome
Serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi pêşengiya jinan bê navber didome, duh jî li gelek bajarên Rojhilat û Îranê xelk daketin qadan û nerazîbûna xwe nîşan dan.

Navenda Nûçeyan – Serhildana li li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ya dijî qetilkirina jina ciwan a Kurd Jîna Emînî û ji bo azadiyê, bê navber dewam dike. Duh jî bi taybet bi pêşengiya mamostayan nerazîbûna xwe anîn ziman. Bi taybet li bajarên Sine, Bane, Merîwan, Kamyaran û Kirmaşan xendevanan dibistan boykot kirin û dijî girtina xwendevan, mamosta û êrişên ser xwepêşandanan nerazîbûna xwe anîn ziman.
Li bajarê Sine, Mahabad, Serdeş, Ûrmiye ciwanan li kolanan agir pêxistin û rê girtin. Ciwanan li van herêmane wêneyên rejîma Îran bi taybet wêneyên rêberên komara Îslamî şewitandin. Herwiha bê navber dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ qêriyan.
Li gelek bajarên Îranê jî xwendevanên zanîngehê ketin grevê û xwepêşandan lidarxistin. Xwendevanên keç û xort li kafeteryayên xwarinê bi hev re xwarin xwarin. Xwendevanên dibistanek Tahranê çalakî lidarxistin, lê hêzên rejîmê êrişî wan kirin û tê gotin gelek xwendevan birîndar bûne. Piştî malbatên xwendevanan bi êrişî hesiyan, li ber derê dibistanê kombûn û nerazîbûna xwe nîşan dan.
Duh bi şev bi taybet li bajarên Tahran, Bender Ebas û Zahîdan bi awayên cûda çalakî hatin lidarxistin. Xwepêşandan bê navber dewam dikin û tê payîn îro jî li gelek bajaran xelk dakeve qadan. Çalakvanên Rojhilatê Kurdistanê xwestin ji bo rêzdariya li şehîdan, îro her kes cilên Kurdî li xwe bikin.