Li Rojhilat û Îranê di meha Cotmehê de 33 jin hatine girtin

Li gor agahiyên ku medyaya Rojhilatê Kurdistanê belavkirine, di meha borî de rejîma Îranê 33 jin girtine di nav de 7 jin Kurd in û 2 jinên din ên Kurd jî di bin çavan de tên ragirtin.

Navenda Nûçeyan – Li gor nûçeyek Medyaya Rojhilatê Kurdistanê, di meha cotmehê de li bajarên cûda yên Îran û Rojhilatê Kurdistanê 33 jin ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine girtin. Ji vana 24 çalakvanên jin li dadgehên rejîmê de cezayê girtîgehê lêhatine birîn. Ji wan jinan 7 jê Kurd in.

Her wiha hat diyarkirin ku ji vana 5 jinên girtî hatine bidarvekirin, her wiha şeş jin jî dibin çavand de tên ragirtin û ji wana 2 Kurdin.

Di nûçeyê de hate diyarkirin ku di meha Cotmehê de 10 bûyerên qetilkirina jinan ji aliyê hevjîn û xizmên wan ve hatine tomarkirin.