Li Rojhilat û Îranê banga serhildana girseyî

Tevî hemû zordarî û tundiya rejîma Îranê jî xwepêşandan berdewam dikin. Li bajarê Ehvas ê Îranê çalakgeran banga xwepêşandaneke girseyî kirin.

Navenda Nûçeyan – Li gel hemû tundiyên hêzên ewlehiyê li dijî xwepêşanderên Îranê û tirsandina dezgehên dadwerî, çalakvanên bajarê Ehwasê daxwaza xwepêşandaneke girseyî kirin. Bi sedan çalakvan û “ciwanên taxên Tehranê” banga xwepêşandanên girseyî yên 14-15’ê Cotmehê li Îranê kirin. Hevdem, xwenîşandanên şevî li Tehranê berdewam bûn û xwepêşanderan bi bilindkirina dirûşmeyan li dijî rejîmê serî hildan. Xwepêşanderên ku li herêma Şehrazîba kom bûn li dijî rejîma Îranê dirûşme berz kirin.

Xwepêşandan berdewam dikin

Koma "Ciwanên Taxên Tehranê" got, "Rastiya ku ev nêzî mehekê ye em li kolanan in, destpêkek e ji bo rizgarkirina Îran û cîhanê ji lepên vê rejîma faşîst e. Tevî hemû zext û zordariyan, em hîn Li ser erdê fedakariyên xwe dikin û em bawer dikin ku ev rê çiqas zehmet û dirêj be jî em ê bi hev re bisekinin. Em di wê baweriyê de ne ku ev nifş wê azadiya Îranê bibîne." Roja Pêncşemî 13’ê Cotmehê, di dîmenekê de xuya dike ku li Tehran a paytexta Îranê, xwendekarên keç li kolaneke dimeşin û dirûşma “Bimre dîktator” berz dikin. Hêzên Asayîşê bi gaza rondikrêj êrîşî xwepêşandana bi dirûşma "Jin Jiyan Azadî" çalakî lidar dixistin, kirin. 

Herî kêm 28 zarok hatin qetilkirin

Rêxistina mafên mirovan ya li Norwêcê êvariya Çarşemê 12’ê Cotmehê got ku xwepêşander li 10 bajaran "rastî tundiyeke mezin a ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin" û birêveberê rêxistinê daxwaz ji civaka navdewletî kir ku bikevin tevgerê.

Daxuyaniya Yekîtiya Mamosteyan

Sendîkaya Mamostayên Îranê veguhestina xwendekarên girtî yên dibistanan bo navenda çaksaziyê û perwerdeyê şermezar kir û got: “Niha hûn dixwazin ew xwendekarê ku we nikarî li dibistanan bi awayê ku hûn dixwazin perwerde bikin, li ser reform û perwerdeyê rênimûn û hişyar bikin. "

Komeleya Parastina Mafê Zarokan a Îranê ragihand ku di dema tepeserkirina xwepêşandanan de herî kêm 28 zarok jiyana xwe ji dest dane ku piraniya wan li parêzgeha Sîstan-Belûçistanê ne. Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ragihand ku ew ji agahiyên li ser "mirin, birîndarkirin û girtina zarok û ciwanan" gelekî nîgeran in.

Ji Kanada ceza

Kanadayê duh ragihand ku ew cezayên din li ser Îranê sepandine ji ber binpêkirina mafên mirovan di dema xwepêşandanan de li wî welatî, û ceza bandorê li sê rêxistinên Îranî û 17 kesan dike, di nav de dozgerê berê yê Dadgeha Şoreşê ya Îranê Seîd Mortezawî. Wezîra Derve Melanie Jolie got: "Cîhan bi salan temaşe dike ku ew rojeva xwe ya tundî, tirs û propagandayê pêk tîne." Hefteya derbasbûyî, Kanadayê ragihandibû ku ew dê bi awayekî hertimî ketina zêdetir ji 10 hezar endamên rejîma Îranê qedexe bike, ji wan endamên Pasdarên Şoreşê, ku Otava wan bi kiryarên hovane li dijî gelê Îranê tometbar dike. Kanada bi tevahî 83 kes ceza kir.