Li Rojhilat di mehekê de herî kêm 10 jin hatine kuştin
Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku di 30 rojan de herî kêm 10 jin li Rojhilatê Kurdistanê hatine kuştin û 9 ji wan bi guman jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan – Li gorî rapora ku ji aliyê Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê ve ji bo Gulana 2025an hatiye amadekirin, li Rojhilat herî kêm 10 jin hatine kuştin. Neh jinan bi guman jiyana xwe ji dest dan.
Di salekê de 158 jin hatine kuştin
Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê, di sala 2024’an de li Rojhilat û seranserê Îranê 158 jin hatine kuştin. 16 hezar û 567 jin bi şîdeta navmalî re rû bi rû hatine.