Li Rojavayê Kurdistanê yekemîn Peymangeha Bilind a Hunerê
12 sal piştî şoreşê yekem car li Rojavayê Kurdistanê, Peymangeha Bilind a Hunerê li bajarê Dêrikê vedibe. Rêvebera peymangehê Sîham Dawûd destnîşan kir ku ew ji bo pêşxistina hunerê xebatên xwe dimeşînin.
EBÎR MUHEMED
Qamişlo - Di sala 2024’an de Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi serkêşiya Tevgera Çandê ya Mezopotamyayê û alîkariya Zanîngeha Rojavayê Kurdistanê biryar da ku li Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yekem car Peymangeha Bilind a Hunerê veke. Desteya Çandê ragihand ku dêriyê peymangehê ji xwendekarên ku daxwaza wan a xwendina di peymangehê de heye, vekiriye.
‘Vekirina beşên nû ji xwendekaran dibe alîkarî’
Mamosteya Fakulteya Zanistên Civakî û Berpirsa Beşa Jineolojiyê ya Zanîngeha Rojavayê Kurdistanê Zozan Mihemed, têkildarî pêşketina xwendinê û tevlikirina beşên nû di peymangeh û zankoyan de axivî. Zozan Mihemed da zanîn ku ji ber nebûna beşên xwendinê li gelek bajaran xwendekar neçar mane dûrî bajarên xwe bikevin û got: “Me xwest em alîkariyekê bidin xwendekaran, li şûna ku ji riyên dirêj û bajarên dûr werin Qamişloyê ji bo xwendinê, me heman beşên heyî li Kobanê û Rimêlanê jî vekirin. Her wiha li Zanîngeha Rojava di salên dawî de fakulteya Zanistên Civakî ku 5 beşên wê hene hat avakirin. Di heman demê de îsal Peymangeha Bilind a Hunerê pêşwaziya xwendekarên xwe dike ku yekem car e li herêmê gaveke wiha tê avêtin.”
‘Pêşxistin û parastina çandê bi awayekî akademîk têkûz dibe’
Ji aliyê din ve, ji rêveberiya Peymangeha Bilind a Hunerê ya Rojavayê Kurdistanê Sîham Dawûd li ser vekirina peymangehê, girîngî û rola wê ji me re axivî.
Sîham Dawûd bal kişand pêşketinên ku şoreşa 19’ê Tîrmehê bi xwe re anîn, got çand û huner yek ji wan destkeftiyan e û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Beriya demekê, komîteyek bi serkêşiya Tevgera Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê û alîkariya Zanîngeha Rojava û Desteya Çand û Hunerê hat avakirin. Pêwîstî bi parastina çand û hunera herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi awayekî akademîk û zanistî heye loma girîng bû ku ev peymangeh were avakirin.”
Sîham Dawûd destnîşan kir ku li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek gavên bi nirx hatin avêtin, got ku ked hebû lê di avakirina kadroyên pispor ên akademîsyen de ne têrker bû, wiha pêde çû: “Weke gavên destpêkê, peymangeh 3 beşan dihewîne sînema, muzîk û şano. Perwerde li ser sê salan e du ji wan teorîk, yek jî pratîkî ye.”
‘Peymangeh xwe dispêre mîrasê gelê Kurd’
Sîham Dawûd da zanîn ku rola peymangehê ya sereke parastina mîrasa çandî ya gelê Kurd e û wiha berdewam kir: “Yekem siyasetên ku li dijî gelê Kurd hatine meşandin ji bilî kuştin û talankirinê, êrişkirina çand û hunerê ye. Gelê Kurd bi riya hunerê xwe parastiye. Bi riya hunerê êş, çîrok, dîrok, hezkirina welat û rastiyên heyî anîne ziman. Vê yekê hişt ku bingeheke hunerî çêbibe. Di vê peymangehê de di bi awayekî pisportir perwerde were dayîn.”
‘Yek ji destkeftiyên pîroz e’
Sîham Dawûd destnîşan kir ku ev peymangeh destkeftiyeke nû li destkeftiyên şoreşa Rojava zêde dike û wiha bi dawî kir: “Huner, dikare hişmendiya gelan bi awayê erênî biguherîne û bi pêş bixe. Erka li ser milên hemû hunermendan bi taybetî yên Kurd ew e ku bi riya hunera xwe çand û doza gelê xwe biparêzin. Em ji bo hemû ciwanên xwe re dibêjin, ne tenê yên Rojava, li ku derê ciwanên ku jêhatiya wan heye, ji hunerê hez dikin û daxwaza wan heye bixwînin, dêriyê peymangehê ji wan re vekirî ye.”