Li Rihayê dayîk û keça xwe ji ber elektrîkê jiyana xwe ji dest dan

Hat diyarkirin ku li Rihayê dayîk û keça xwe ku bi elektrîkê ketibûn jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan -  Li gundê Fewanta ya navçeya Kaniya Xezalan a Rihayê dayîk û keça xwe bi elektrîkê ketine û jiyana xwe ji dest dan. Li gorî îdiayê dayîk Zehra Eleslî a 50 salî û keça xwe Hatûn Eleslî a 15 salî yên bi ser banê xaniyê xwe bi makîneyê salçeya bacanên sorê çêdikirin bi elektrîkê ketin. Bi agahîdayînê tîmên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Tîman diyar kirin ku dayîk û keça xwe jiyana xwe ji dest dane.

Cenazeyê dayîk û keça wê ji bo karûbarên otopsiyê werin kirin, rakirina morga Saziya Tipa Edlî ya Rihayê. Cendirmeyan têkildarî bûyerê lêpirsîn dan destpêkirin.