Li Reqayê kampanyaya tenduristiyê ya ji bo jinan didome
Kampanyaya hişyarkirina di warê tenduristiyê de ku ji aliyê Buroya Jinê ya Komîteya Tenduristiyê û Buroya Kombûna Jinên Zenûbiya ya li Reqayê ve hatibû destpêkirin, didome.

RÎM MIHEMED
Reqa - Buroya Kombûna Jinên Zenûbiya li bajarê Reqayê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi koordîneya Komîteya Tenduristiyê di mehên derbasbûyî de ji bo jinên bajar û gundewarên wê kampanyayek hişyariya tenduristiyê dabûn destpêkirin. Bi ders û civînan li bajarê Reqayê û gundewarên wê, jin der barê metirsiyên zewaca di temenê biçûk de, bandorên xirab ên sezeryanê kişandina cixareyê û gelek aliyên din ên tenduristiyê de hatin agahdarkirin.
Zewaca temen biçûk mijara hişyarkirinê bû
Endama Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê Nîroz Muslim wiha got: “Em nikarin gelek pirsgirêkan ronî bikin, ji ber vê yekê me di kampanyaya xwe de hilbijart ku em balê bikşînin ser 5 pirsgirêkên tenduristiyê yên jinan. Mijar li gorî berbelavbûna wan a di civakê de tên hilbijartin. Me bi riya raporên ku ji nexweşxane, klînîk û navendên tenduristiyê girtine ev mijar hilbijartin û ji van mijaran ên herî girîng zewaca di temenê biçûk de, sezeryan, cixare, paqijiya bedenê û paqijiya jîngehê ne. Yek xeletî dibe sedema gelek xeletiyan, ji ber ku zewaca di temenê biçûk de dibe sedema sezeryanê. Sê meh berê di raporên ku gihîştin me de hat diyarkirin ku 100 haletên jidayikbûna xwezayî û 95 haletên sezeryanê çêbûne, yanî rêjeya wan nêzî hev e.”
Nîroz Muslim anî ziman ku kişandina cixareyê di nava civakê de û di nav jinan de belav bûye û wiha pê de çû: “Rêjeya jinên cixareyê dikşînin salên berê kêmtir bû lê niha ev rêje pir zêde bûye. Cixare pir bandorê li tenduristiyê dike.”
Li ser daxwaza jinan dest bi kampanyayê kirin
Endama Buroya Kombûna Jinên Zenûbiya Xewla El-Îsa jî wiha axivî: “Kampanyaya me beriya çend mehan li ser daxwaza jinan hat destpêkirin û me bi Komîteya Tenduristiyê re tensîq kir ku ev kampanya hişyarkirina tenduristiyê ji bo jinan ku di serî de jinên ducanî û şîrmij dike armanc, ji bo danasîna metirsiyên jidayikbûnê yên sezaryanê, bidin destpêkirin. Rêjeya jinên tevlî me bûn baş bû. Li jinan broşur, derman û vîtamîn hatin belavkirin. Kampanyaya me berdewam dike ji ber ku daxwaza jinan heye dema kampanyayê dirêj bibe.”