Li Reqa û Dêrazorê xebatên 8’ê Adarê
Di çarçoveya amadekariyên 8’ê Adarê Roja jinên Cîhanê de jinan li Reqayê semîner dan û li Dêrazorê jî jinên ciwan dest bi xemilandina meydan û gundewaran kirin.
Reqa-Dêrazor - Mecilsa Jinên Sûriyê ya bajarê Reqayê yê bakur û rojhelatê sûryê bi boneya nasîna 8'ê Adarê bi navê " Roja Jinên Cîhanê" semînerek lidarxist, her wiha jinên Dêrazorê jî dest bi xemlandina meydan û kolanan kirin. Semînera ku ji aliyê Meclisa Jinên Sûriyê ve di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de hat li darxistin de Endama Meclisa Jinên Sûriyê Sûad El-Kurdî axivî.
Li Dêrazorê jî komîteya jinan û navenda ciwanan û werzîşê ya Hecînê dest bi amadekariyên 8’ê Adarê kirin. Jinên ciwan gundewarên rojhilatê Dêrazorê dixemilînin.