Li Ranya li ser tundiyê semîner hat dayîn

Rêxistina jinan li Ranya derbarê tundîtûjiya li ser jinê de semînerek dan û diyarkirin ku sîstema mêrsalarî sedemê berdewamiya tudîtûjiyê ye.

DÎVAN SÎHAD

Raperîn - Dûh li Ranya ya girêdayî îdareya Raperîn, di çarçoveya çalakiyên kampanya 16 rojan a pêşîlêgirtina tundîtûjiya li ser jinê, rêxistinên jinan û çalakvanên herêma Ranya derbarê tundîtûjî û çawaniya belavkirina hişyariya jinan de semînerek dan. Di semînerê de beşdarvana pirs kirin û bersiv dan.

‘Mêrsalarî sedemê berdewamiya tundîtûjiyê ye’

Rojnamevan û çalakvana jinan Aşna Hesen destnîşan kir ku rêjeya tundiyê ya ku her diçe li heremê zêde dibe û wiha got: “Em di heftiya pêşîlêgirtina tundîtûjiyê de me kampanyayek daye destpêkirin û ji bo hişyarkirina hemwelatiyan em semîneran didin. Armanca me kêmkirina rêjeya tundiyê ye. Sîstema mêrsalarî sedemê sereke yên berdewamkirina tudîtûjiyê ye. Em di wê hêviyê de ne rêyekê ji bo kêmkirina vê tundîtûjiyê bibînin.”

Çalakvana jinan Nesrîn Hemedemîn bal kişad li ser rêjeya zêde tundîtûjiya li Raperînê û wiha got: “Bi rêjeyek berbiçav li herêma me tundîtûjî heye, kuştina jinan, şewitandin, terorkirin û gef lê xwarinê, ev jî di nava malbat, civak û di torên dîjîtal de hene. Jin rastî gelek pirsgirêkan tên, em jî weke rêxistinên jinan me ev kampanya ji bo hişyarkirina malbat û mêran daye destpê kirin. Li hemberî aqilê mêrsalarî pêwîstî bi hişyarkirina civakê heye.”

‘Di bin navê namusê de jin tên kuştin’

Çalakvana jinan Amîne Ehmed destnîşan kir ku di bin navê namûsê de qetilkirina jinan rawa tê ditin û wiha pêl da axaftina xwe: “Herêma me ji tundîtûjiyê re ne bê par e, jin di bin navê namusê de û di bin navên cûr be cûr de tên kuştin û ev ji rêzê tê ditin. Malbat nahêlin jin ji mal derbikevin derve û jin di nava diwaran de tên girtin, em jin in, jin dibin serokomar ma çi yê me kêmtir e.”

Dê çalakî bidomin

Çalakvana jinan Rêzan Hisên derbarê çalakiyên xwe yên di çarçoveya rêzeçalakiyên têkoşîna li dijî tundiya ser jinê de van agahiyan parve kir: “Em dixwazin çalakiyên mezin encam bidin û em dixwazin li gel rêxistinên jinan yên hemû herêman werin gel hev, wê çalakiyên me yên bi vî awayî berdewam bikin. Armanca me hişyarkirina civakê û kêmkirina tundîtûjiya ku li herêmê tê kirine.”