Li Qirgizistanê 4 jinen ku bi fuhûşê hatin sûcdarkirin hewl dan întihar bikin
Ji ber sûcdarkirina bi fuhûşê ya jinên ku di saunayê de dixebitîn, li Bîşkekê 4 jinên ciwan ber bi întiharê ve çûn.
Navenda Nûçeyan- Li gundekî biçûk ê Kara-Balta ku tenê 50 km. dûrî Bişkeka paytexta Qirgizistanê ye, çar jinên ciwan hewl dan xwe bikujin. Bi hatina ambulansê ya di wextê xwe de her çar jin hatin rizgarkirin. Yek ji wan jinan di nota xwe ya întiharê de nivîsandibû ku wê di 19’ê Çileyê de ji ber gefên zilamên ku ew bi fuhûşê sûcdar dikin, biryar daye ku gavek wisa bêhêvî bavêje.
Yên ku jinan şermezar kirin tên zanîn kî ne
Komek mêrên ciwan ku xwe wek "Komîteya Ciwanan" îlan dikin, di demjimerên sibehê yên wê rojê de li Kara-Balta kom bûn û ji bo girtina saunayên herêmî yên ku jin wek garson tê de dixebitin çalakî kirin. Ji bo wan sauna cihekî guneh bû, fihûş tê de dihat kirin.
Mêran li ser înternetê daxuyanî dan û gotin; “Em daxwaz dikin ku li Kara-Balta 3-4 sauna bên girtin. Li wir fuhûşê dikin. Ji bo siberoja xwişk û keçên xwe em daxwaza girtina van kargehên gunehkar dikin. Ger hûn tedbîr negrîn em ê bigrin.”
"Ala kachuu"
Şermezarkirina jinan li Qirgizistana ku piranîya wê Misilman in, ne tiştekî nû ye. Li welat bi gelemperî tê bawerkirin ku çarenûsa jinan mayîna li malê û xwedîkirina zarokan e û gelek kes jî îdia dikin ku ev beşek ji kevneşopiya neteweyî ye. Sêpana binavûdeng a “ala kachuu” revandina bûkan hê jî didomîne.
Di rêza 82’an de cih girt
Qirgizistanê di sala 2019’an de di Endeksa Neyekheviya Zayendî ya Neteweyên Yekbûyî de di rêza 82’emîn de cih girt lê di van çend salên dawî de jinan zêdetir dengê xwe derxistin û ji bo mafên xwe têkoşiyan. Jin ji bo daxwaza mafên xwe meş û xwepêşandanan organîze dikin. Her ku di nava civakê de nakokiya di navbera hêzên muhafezekar û azadîxwaz de kûr dibe, yek ji amûra tepisandinê azadiya jinan e.
Bû hedef
Nazira Aytbekova ya lîstikvana navdar a Qirqiz, pêşkeşvana televîzyonê û dayikek, di meha Kanûnê de piştî ku wê wêneyek xwe li ser Instagramê belav kir û nivîsek li binê we nivîsand bû hedefa kampanyayek nefretê ya serhêl. Roja din bi hezaran şîroveyên şermokî hişyar bû.
Dûre, wê biryar da ku wêneyek din ê ku hê bêtir eşkere ye biweşîne û wiha di bin wêneyê de nivîsand: “Ji bo me Qirgiziyan şerm bi cil û berg diqede. Ger li ser te kincên te hebin, tu dikarî her tiştî bikî. Kuştina mirovek ne şerm e. Lêdana hevserên we jî ne şerm e. Tecawizkirina kur, keç û zarokên xizmên xwe jî ne şerm e. Ne şerm e ku mirov tecawizê bike û paşê rabe û here. Ne şerm e ku meriv zarokek bizewicîne û dû re dev ji dayîna nehiqûqê bernede. Gotin, nefret û çavnebarî ne şerm e. (…) Ne şerm e ku mirovahî bi giştî bê were binpêkirin lê şerm e ku mirov tiştên xwezayî nîşan bide!”
Tacîza serhêl
Gelek şopînerên wê dest bi piştgirîdayîna Aytbekovayê kirin û wêneyê ku wê parve kiribû ji bo ronîkirina mijara şerm û tacîzê ji nû ve weşandin. Lê ji bo Nazira Aytbekova 36 salî ev ne yekem ezmûna wê ya nefreta serhêl bû.
Nazîra Aytbekova gotara ku ji Al Jazeera re da wiha got: "Piştî ku min û hevjînê xwe di sala 2017’an de hev berda, gelek şîroveyên şermê li ser me hatin kirin. Ji ber ku weke jinekê min nikaribû malbata xwe rizgar bikim û min nikaribû çavên xwe li ber bêbaweriya hevjînê xwe bigirim. Ji ber van bûyerên qewimîn min sûcdar kirin. Ez di bin stresek tirsnak de bûm û min xwe pir xirab hîs kir. Ew mehek piştî hevberdana me zewicî, kesê tiştek ji bo wî negot lê mirovan hemû hestên xwe yên xirab bi gotinên nebaş ji bo min anîn ziman.”
Mexdûrên tundiyê berpirsyar tên dîtin
Tevî ku li Qirgizistanê ji bo têkoşîna li dijî tundiya jinan gelek qanûnên navneteweyî derxistine jî hêza zabiteyan nikare jinan hem li ser serhêl hem jî derhêl ji destdirêjiyê biparêze. Mexdûrên tundiyê, ji tiştên ku hatine serê wan berpirsyar tên ditîn.
Parêzera mafên mirovan Elvira Tilek di gotara ku ji Al Jazeera re da de, wiha got: "Ji derveyî darazên zayendiya civakî û cudakariya civakî, kevneşopiyên normên çandî û olî, bandor li pozîsyona jinan a di nava malbat û civakê de dike û tevî zayendiya wan azadiya jinan kontrol dike. Heta niha piraniya civakê di wê baweriyê de ye ku cihê jinan mal û zewac e. Kesên ku rastî tundiya li ser bingeha zayendiya civakî tên, ji ber tirsa sûcdarbûnê, ji gilîkirinê ditirsin.
Werger: JINHA