Li Qamişloyê rêzeçalakiyên 8’ Adarê bi şahiyeke navendî dawî bû
Rêzeçalakiyên ku ji hêla blatform rêzeçalakiyên hevpar ên rêxistinên jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve 23’ê Sibatê hatibû despêkirin bi şahiyeke navendî dawî bû.
Qamişlo - Rêzeçalakiyên boneya 8’ Adarê Roja Jinên Cîhanê ji hêla blatforma rêzeçalakiyên hevpar ên rêxistinên jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve 23’ê Şubatê hatibû ragihandin li Hola Rewabî ya bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi şahiyeke navendî bi dawîbû. Piştî deqeyek rêzgirtinê, li ser navê Platforma çalakiyên hevpar ên 8’ Adarê, Endama Koordînsayona Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Asya Ebdullah axivî.
Asya Ebdullah û got: “Di serî de em tevahî şehîdên ku di oxira azadiyê de çûne em bibîr tînin. Roja 8’ê Adarê li tevahî malbatên şehîdan, rêxistin û tevgerên jin pîroz dikin, di heman demê li xwediyê keda mezin ku di hemû kêlî û deman de li kêlek jin bû ji bo jin bibe xwedî hêz û parastin, Rêber Apo silav dikin. Em tevahî jinên tekoşer ên li hember dewleta tirk a faşîst û hêzên tundraw li ber xwe didin, ên ku di çeperên şer de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li herêmên dagirkerî û koçberên ku di bin konan de li ber xwe didin em wan silav dikin.”
“Ev sala dê bi têkoşîna jinan bibe wesîleya avakirina Sûriyeke demokratîk”
Asya Ebdullah tekez kir ku sala 2022’anbi germahiya berxwedanê dê bibe sala avakirina sûriyeke demokratîk û wiha bi dawî kir: “kiryarên ku di sala 2021’an de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Rojhilata Navîn û Afganistanê li ser jinan pêk hat, em şermezar dikin. Her wiha em ji wan re dibêjin ku hun ê nikaribin jinên ku DAIŞ têk birin bişkînin, ji bo vê yekê em hemû jinên Asayîşa Jin û Hêzên Parastina Jin YPJ silav dikin û ji wan re dibêjin destê we sax be. Careke din ji bo tekoşîna jin û hevgirtina wan îro bûye mînak, ev sîstema ku hatiye rûniştandin bi sîstema jin hatiye naskirin. Bi germahiya berxwedan û îradeya jin, sala 2022’an dê bibe sala aştî, aramî û avakirina Sûriyeke demokratîk.”
Şahî bi komên jinan ên govend û mozîkê li gel xwendina helbestan bi dawî bû.