Li Qamişloyê foruma li ser ‘Doza Kobanê’: Biryar siyasî û dûrî qanûnê ye

Li Qamişlo der barê ‘Doza Kobanê’ de forumek hat lidar xistin. Di forumê de hat gotin ku biryara di ‘Doza Kobanê’ de hatiye dayîn biryarek siyasî û dûrî qanûnê ye.

Qamişlo – Dewleta tirk di 16’ê Gulanê de di çarçoveya doza girtiyên Kobanê li hember 108 siyasetmedarên Kurd yên li Bakûrê Kurdistanê ceza birî. Yekitiya Parêzerên Kantona Cizîrê û Encûmena Dadmendiya Civakî ya Kantona Cizîrê li avahiya dadgehê li Qamişloyê têkildarî “Doza Kobanê” û cezayên derqanûnî yên li siyasetmedar û çalakvanan hatine birîn forumeke hiqûqî li dar xist.

Li forumê nûnerên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), parêzer û dadger amade bûn. Hevseroka Yekitiya Parêzerên Kantona Cizîrê Nisrîn Osman bixêrhatina mêvanan kir.

‘Biryar siyasî ye’

Endamê Yekitiya Parêzeran Xalid Omer di forumê de axivî û diyar kir ku Kobanê yekemîn bajar e ku gelê wê bi têkoşîna xwe ew ji hikumeta Şamê rizgar kir û saziyên xwe lê ava kirin. Omer got hikumeta AKP`ê bi komkirina çeteyan û şandina wan ji Rojavayê Kurdistan re xwest îradeya gelan têk bibe û wiha pê de çû: “Piştî têkçûna AKP`ê di hilbijartinên şaredariyan de, berê xwe da biryara dosyaya Kobanê. Ew biryar biryareke siyasî ye û dûrî qanûnê ye.”

Endamê Yekitiya Parêzeran Şahîn Lalê jî destnîşan kir ku hikumeta AKP`ê dide diyarkirin ku rewşa giştî ya li Tirkiyeyê têk diçe, ew jî ji bo zextê li gelan bike biryara cezakirina 108 siyasetmedaran da.

Rûken Ehmed: Divê em li hember bêedaletiyê xwedî helwest bin

Şahîn Lalê got li Tirkiyeyê hiqûq siyasî ye, bi destê AKP`ê ye û ne serbixwe ye û wiha got: “Dadgehên li Tirkiyeyê şiklî ne, em berxwedana parêzeran silav dikin, ji erka me ye jî ku li hember van kiryaran bisekinin.”

Dadger Wail Ehmed jî got dewleta Tirk a dagirker piştî biryara doza Kobanê li 14 bajaran qedexeya kombûnê danî û wiha dewam kir: “Aliyên ku divê biryara dadgehê rexne bikin jî di bin bandora hikumeta AKP`ê de ne.”

Her wiha hevseroka TEV-DEM`ê Rûken Ehmed jî axivî û destnîşan kir ku divê hikumeta AKP`ê ji ber sûcên dermirovî yên wekî şewitandina mirovan, kişandina pora jinan, êriş û qetilkirinan bê darizandin û wiha anî ziman: “Divê em li hember bêedaletiyê xwedî helwest bin.”