“Li qada şahiyê me hêz ji kelecana jinan girt”
Jinên ji deverên cuda tevlî pîrozbahiya 8’ê Adarê ya duh li Silêmanî hatî lidarxistinbûn diyar kirin ku wan ji wê kombûna jinan hêz girtine û jin dikarin bi yekgirtinê gelek karên serkeftî bikin.
DÎLAN KORHAN
Silêmanî –Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) û Jinên Ciwan ên Têkoşer bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bi dirûşmeya “Bi yekrêziya jinan li dijî dagirkerî û tûndûtujiyê têdikoşîn” starta çalakiyên xwe yên 8’ê Adarê dan û rêzeçalakiyên jinan di çerçeva hatî nîşandan de dewam dikin. Duh jî bi pêşengiya RJAK’ê û Jinên Ciwan ên Têkoşer li devera Berde Qehreman a Silêmaniyê 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi coş hat pîroz kirin. Jinên bi cil û bergên Kurdî tevlî pîrozbahiyê bûn reng dan qadê. Jinên tevlî pîrozbahiyê bûn 8’ê Adarê li tevahî jinan pîroz kirin û peyama bilindkirina têkoşînê dan.
“Em hêvî dikin 8’ê Adarê bibe roja aramiyê”
Zeynep Kara ya ku ji Mexmûrê tevlî pîrozbahiyê bûyî wiha axivî: “Ez roja 8’ê Adarê li Rêber Apo, dayikên şêhidan û şervanan, girtiyên li girtîgehan de hemberî zilmê de li ber xwe didin û hemû jinên cîhanê pîroz dikim. Em aşîtî û aramiyê ji çar aliyê Kurdistanê re dixwazin. Em hêvî dikin ku 8’ê Adarê bibe wesîleya aramiyê. Ez serkeftinê ji tevahi gelê Kurdistanê re dixwazim.”
“Jinên li vir hêz didin me”
Yek ji Endama Koma MA Evîn Dulekya ji Bakurû Kurdistanê tevlî şahiyê bûyî jî keyfxweşiya xwe ya tevlîbûna pîrozbahiyê anî ziman û got: “Em ji bo pîrozbahiya 8’ê Adarê hatin Silêmanî. Ez cara destpêke tem Silêmanî. Ez niha hêza jin, hêza li vir dibînim keyfxweştir dibim. Em dibêjin gavek me ya nû ya bi navê ‘Dem Dema Azadiyê’ heye. Jin di fikir û pratîk de jî li ser piyan e. Jin dîsa di roja xwe de ji bo gelê Kurd û cihanê nîşan didin ku dikarin gelek tiştan bikin. Ez gelek keyfxweşim ku me wekî Koma MA hêza xwe li vir nîşan da. Ev xebat ji bo me pîroz e. Me li vir hem jinên Başûr hem jî xebatên ku li vir tên meşandin dît. Ev ji hêz da me ku em bi hêztir vegerîn û karê xwe bi hêztir berdewam bikin.”