Li paytexta Rûsyayê êrîşa çekdarî:Gelek mirî hene

Hat ragihandin ku komek çekdar erîş birin ser şaredariyekî nêzî Moskowê ya paytexta Rûsyayê, li gor agahiyan gelek mirî û birîndar hene.

Navenda Nûçeyan-Li gorî nûçeyên medyayê, çekdaran salona konserê ya nêzîkî Moskowê ya paytexta Rusyayê gulebaran kirin. Ajansa nûçeyan a Rîa ragihand ku herî kêm 4 kes bi kincên kamuflajê êrîş kirin. Ajansa nûçeyan a dewletê Tass jî got ku mêvanên salona konserê birin cihekî ewle û gelek mirî û birîndar hene.

Her çiqasî piştperdeya bûyerê nehatiye zelalkirin jî, li ser medyaya dijîtal dîmenên tê gotin ku di dema bûyerê de hatine kişandin nîşan dide ku gelek kesên çekdar bi çekên otomatîk derdora salona konserê gulebaran kirine. Li gorî ajansên nûçeyan ên Rûsyayê, nêzî 100 kes bi saxî ji avahiyê hatine derxistin.

Ajansa Tassê ragihand ku qurbanî hem karmend û hem jî mêvanên avahiya Şaredariya Crocus in li bajarê Krasnogorsk ê li bakurê rojavayê Moskowê ne. Her çendî di destpêkê de derbarê hejmara miriyan de agahiyên nakok hebûn jî kanala “Brief” destpêkê ragihandibû ku 14 kes hatine kuştin. Kanalên Telegramê jî ragihandin ku herî kêm 40 kes hatine kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûne.