Li Pakistanê cara yekeme jinek dadger sond dixwe
Li Pakistanê Eyşê Melîk a 55 salî weke dadger sond xwar û li gel 16 hevpişeyên xwe yên mêr li ser mêza dadwer cihê xwe kir.
Navenda Nuçeyan - Di dîroka Pakistanê de Eyşê Melîk weke yekem jina dadger sond xwar. Ayşê Melik bû yekem jina dadgeha Pakistan vê yekê rê li ber jinan vekir ku jin di saziyan de bibin xwedî biryar.
Parêzer û çalakvana mafê mirovan Xetîce Sedîq têkildarî mijarê got: “Jinê hemû newekheviyên di sîstema dadwerî de şikandine ku rê didin jinan bikevin nava sîstemê. Hêvîdarim eve bibe sedem ku di dahatuyê de jin di dadgehê de hîn zêdetir bibin xwedî biryar.”