Li Pakistanê 18 jin di çemê Indusê de xeniqîn

Li Pakîstanê li Çemê Indusê keştiyek ku 100 kes tê de bûn bin av bû û di encamê de 18 jin jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan - Rayedarên Pakistanê eşkere kirin ku di çemê Indus de keştiyek ku tê de 100 kesê ji heman malbatê hebûn û diçûn dawetekê, bin av bû û di encamê de herî kêm 18 jin jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes jî winda ne.

Berdevka rêveberiya navçeya Sadiqabad Rena Kaşif diyar kir ku 25-30 kes piştî ku ji aliyê welatiyên li qeraxa çem dijîn an jî bi melevaniyê hatin rizgarkirin û wiha pê de çû: "Tîmên rizgarkirinê xebatên lêgerîna windayan didomînin."

Polîsê bi navê Mihemed Hemad got ku piraniya kesên xeniqîn jin in, ji ber ku piraniya mêran avjeniyê dikin, lê jin nizanin avjeniyê bikin, ji ber ku xwezaya kevneperest a civaka Pakîstanê jinan ji fêrbûna melevaniyê dûr dixe.