Li Nîjeryayê bi sedan zarokên hatibûn revandin hatin rizgarkirin

Hate eşkere kirin ku li herêma bakûr û rojavayê Nîjerya bi sedan xwendevanên dibîstanên seretayî û navîn ên hatine revandin, hatin rizgarkirin.

Navenda Nûçeyan- Li bajarê Kuriga yê li bakûr û rojavayê Nîjerya cih digre, komek xwedî çekên giran di 7’ê Adarê de di serdegirtina dibîstanên seretayî û navîn de bi sedan zarok revandin. Di daxuyaniya dûh ji aliyê Waliyê eyaleta Kaduna Uba Sanî ve hatî dayîn wiha hate gotin: “Xwendevanên li dibîstana Kuriga hatin revandin, bêyî ku tu ziyanekê bibînin hatin rizgarkirin.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku rewşa tendirûstiya zarokan başe, derbarê 287 zarokên ku hatin revindan bi temamî hatine serbestberdan an na û derbarê pêvajoya rizgariyê de jî zanyarî nehat dayîn.

Daxwaza fîdeya hate kirin

Li gora nûçeya rojnameya Tîmes Premium ku li Nîjeryayê tê weşandin ev tişt hate gotin; çeteyên bi çek ên mijara gotinê ji bo xwendevanan 1 milyar naira (570 hezar Euro) xwestiye. Lê belê serokê dewleta Nîjeryayê Bola Tinuba dayîna fidye red kir.

Li Nîjerya di mehên dawî de bûyerên revandina zarokan bi komî zêde bûye. Li navend û bakûrê welat Boko Haram û heman komên cîhadî, dem dem bi armanca revandina sivîlan êrişan pêktîne. Di salên dawî de di zêdebûna bûyerên revandinê de, gelek çeteyên bi çek, ji xizmên rehîneyan daxwaza fîdye dikin û diyardikin ku ji bo dahatekê peyda bikin vê dikin.