Li Nîjeryayê 19 zarok ji ber sorikê jiyana xwe ji dest dan

Hat ragihandin ku li Nîjeryayê 19 zarok ji ber nexweşiya sorikê jiyana xwe ji dest dane. Hat diyarkirin ku zarokên ji ber enfeksiyona zêde sewqî nexweşxaneyê hatine kirin.

Navenda Nûçeyan- Li eyaleta Adamawa ya bakurê rojhilatê Nîjeryayê şewba sorikê derket. Di daxuyaniya Komîserê Tendirûstiyê yê eyaleta Adamawa Felîx Tangwamî ya dayî de hat diyarkirin ku li herema Mubiyê zêdetirî 200 zarokan de sorik hatiye dîtin. Felîx Tangwamî ragihand ku ji ber şewba sorikê 19 zarok jiyana xwe ji dest dane.

Felîx Tangwamî di berdevamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku bi şeklekî lezgîn xebatkarên tendirûstiyê û derman şandine heremê û got ku destnîşan kir ku zarokên bi enfeksiyona giran dê sewqî nexweşxaneyan bikin