Li Nîjerya xwendevanên zanîngehê hatin revandin

Li Nîjeryayê rêxistinên ku ragihandin ew girêdayî DAIŞ’ê ne vê carê di êrişa bi çek ya li ser zanîngehê de 9 xwendevanan revandin.

Navenda Nûçeyan – Li eyaleta Kogî ya Nîjerya, di êrişa li ser zanîngeha Confluence de 9 xwendevan revandin.

Li gora zanyariyên hatine bi destxistin, Komîsertiya têkiliyan û Enformasyona eyaleta Kogî Kingsley Fanwo ragihand ku kesên bi çek hatine zanîngeha Confluence ya li herêma Osara gule li derdor barandine. Hate diyarkirin ku di êrişê de 9 xwendevan hatine revandin, hejmarek zêde ya xwendevanan karîne xwe xilas bikin. 

Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku li cihê bûyerê hêzên ewlehiyê hatine sewqkirin û wiha hate gotin: “Hikumet eyaletê, ji bo hemû xwendevanên hatine revandin bi awayek ewle werin rizgarkirin û bigihin malbatên xwe wê ji tu fedekariyê ne revin.” Li Nîjerya Boko Haram û ISWAP ku girêdanbûna xwe ya bi DAIŞ’ê re eşkere kiriye, dem dem êrişan pêktînin. Çengê Rojavayê Efrîqa ya DAIŞ’ê ISWAP di sala 2016’an de ji Boko Haram veqetiya û hate avakirin û di nava herdû rêxistinan de pefçûn hatibûn jiyin.