Li Navenda Karûbarên Jinan a Xezayê şahiya dem dema guherînê
Bi dirûşma "Ew îlham e... Dem dema guhertinê ye" Navenda Karûbarên Jinan li Xezeyê şahiya xwe ya salane li dar xist.
NEXEM KERACA
Xeza - Navenda Karûbarên Jinan bi dirûşma "Ew îlham e… Dem dema guhetinê ye" li Xezeyê şahiya xwe ya salane ku di çarçoveya çalakiyên Roja Jinên Cîhanê de li dar xist, wê heta dawiya meha Adarê berdewam bike.
"Armanca Navendê bihêzkirina jinan û pêşxistina mafên wan e"
Di şahiyê de rojnamevan Lema Ebû Adî got ku jinên Filistînî di hemû qadên girîng de şopa xwe hiştin û wiha pê de çû: "Navenda Karûbarên Jinan komeleyeke jinan a serbixwe ye, armanc ew e ku bi bernameyên bihêzkirina jinan lêkolîn, lobî û parêzvaniyê bihêzkirina jinan, pêşxistina mafên jinan û wekheviyê ye."
"Tevî hemû fedekariyên jinan jî rastî bê edaletiyê tên "
Seroka Lijneya Rêvebir a Navendê Zeyneb El-Xenîmî diyar kir ku di vê salê de gelek geşedanên siyasî û leşkerî qewimîn ku bandorek mezin li ser jinan kir û wiha lê zêde kir: "Jin ji polîtîkayên dagirkeriyê yên di serî de dorpêçkirin, tinekirin û encamên parçebûna siyasî de êş kişandin. Tevî hemû fedekariyên jinan di çarçoveya têkoşîna wan ya neteweyî û siyasî de û rola wan ya di asta civakî de, ew ji bêedaletî û neheqiya ku hatiye serê wan, çi li ser asta malbatê û çi di asta civakê de neparastin. Mixabin di asta civakî û beşdariya siyasî û yasayî de rewşa jinan kêm ma."
"Tevî hemû zehemtiyan jî jin nasnameya xwe diparêzin"
Wezîra Jinên Filistînê Amal Hemed anî ziman ku êdî dem hatiye ku bêedaletî bi dawî bibe û qanûnên navneteweyî werin sepandin û wiha domand: "Tevî hemû şeran jin mîrate û nasnameya xwe diparêzin, îlham û bihêz in. Mafê me heye ku em azad bijîn û ji zagonên ku dadmendî û wekheviya civakî garantî dike, sûd werbigirin. Me bi salan ji bo parastina jin, mêr û hemû beşên civakê xebat kir.
"Ev şahî ji bo destkeftên jinan e"
Dr.Meryem Ebû Deqa eşkere kir ku jin pêkhateya sereke ya tevgera neteweyî ya Filistînê ye û wiha berdewam kir: "Ev şahî ji bo destkeftên jinan û dîtina çareyan ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakî û aborî ye."
"Di şahiyê de gelek beşên hunerî hebûn"
Seroka Yekitiya Giştî ya Jinên Filistînî Mûna Ebû Şaban got ku di şahiya ku ji aliyê Navenda Karûbarên Jinan ve hat lidarxistin, tê gelek beşên hunerî hebûn û wiha lê zêde kir: "Ez hêvî dikim ku jinên Filistînî li ku bin wê bi hêz bin."
"Şahî bi dirûşma "Ew îlham e" bû ji ber ku jinên Filistînî îlhamê didin"
Endama Desteya Rêveber a Foruma Başûr Sûad Ebû Xitla destnîşan kir ku şahî bi dirûşma "Ew îlham e" bû, ji ber ku jinên Filistînî îlhamê didin û wiha domand: "Jinên Filistînî bi îlham, bi israr û têkoşer in, di hemû qadan de xwedî gelek destkeftiyan e, di hemû aliyên siyasî, civakî û aborî de têkoşiyane, di hemû çalakî û qadên jiyanê de her tim amade ne.