Li navçeyên Stenbolê wêneyên Aysel Tugluk hat daliqandin

Jinan wêneya siyasetmedara Kurd Aysel Tugluk a ku tevî nexweşiya nayê berdan, li gelek navçeyên Stenbolê daliqandin.

Navenda Nûçeyan – TJA, endamên Meclîsa Jinan a HDP’ê û rêxistinên jinan bertek nîşanî neberdana siyasetmedara Kurd Aysel Tugluk a nexweşa demansê dan. Jinên ku li gelek deverên Stenbolê pankart daliqandin, bal kişandin li ser rewş Aysel Tugluk û hemû girtiyên nexweş.

Jinan li Taxa Kanarya ya navçeya Kuçukçekmeceyê pankarta bi nivîsa “Bila Aysel Tugluk bê berdan” û wêneya Aysel Tugluk cih digre, bi tilîliyan daliqandin û dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin.

Jinên femînîst li navçeya Kadikoyê nivîsa ji bo Aysel Tugluk edalet û wêneya Aysel Tugluk bi projektorê li kolan û avahiyên li Kadikoyê teyisandin. TJA, endamên Meclîsa Jinan a HDP'ê û rêxistinên jinan li gelek navçeyên Stenbolê pankarta Aysel Tugluk daliqandin.