Li Morîtanyayê jin zagona têkoşîna li dijî tundiyê dixwazin

Li Morîtanyayê pêşnûmaqanûna têkoşîna li dijî tundiyê hat pêşkêş kirin, cara 3’emîn ji meclîsê paşve hat kişandin. Aminetou Mint El-Moctar, da zanîn di navbera jinên têkoşer de avabûna koordînasyonek wê têkoşînê bihêztir bike.

ZOUHOUR MECHERGUI

Morîtanya- Li Morîtanyayê pêşnûmaqanûn a di çarçoveya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê de hat amadekirin, cara 3’emîn ji meclîsê paşve zivirî.

Aktîvîsta mafên mirovan a Morîtanyayî û Seroka Komeleya Reîsên Xanê ya Jin Aminetou Mint El-Moctar, balkişand ku divê wekheviya zayendî li seranserê cîhanê bi awayekî bê şert û merc were pêkanîn û anî ziman ku bi taybetî li cihên ku tevgera jinê lewaz e, jin hîn zêdetir di bin zextan de ne.

'Jin ji mafên xwe bêpar in'

Aminetou Mint El-Moctar, diyar kir ku kêmbûna rêjeya xwendin û nivîsandinê di nav jinên Morîtanyayê de jî di jiyana civakî de wateyek vê heye û wiha axivî: “Ev yek entegrebûna jinan a ji bo bazara kar zehmet dike, dibe sedem tevlî pozîsyonên biryargirtinê nebin û rola xwe ya di qada siyasî û stratejiyên ekonomik de kêm bigrin. Her wiha ji ber nebûna çarçoveyek zagonî ya jinan ji vederkirin û tundiyê diparêze jî ji mafên xwe bêpar tên hiştin.”

Zagon li meclîsê disekine

Aminetou Mint El-Moctar, bal kişand li ser pirsgirêkên ku jin di dema hevberdanê de dijîn û anî ziman mewzûata heyî ji mêrekî re mafê hemwelatî kirina hevjîna xwe ya biyanî dide, lê heman maf ji bo jinan ne derbasdar e. Aminetou Mint El-Moctar, der barê hebûna zagonek a têkildarî têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan de, wiha got: “Li welat tenê li ser pêşnûmaqanûna ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser jin û zarokên keç tê xebitandin. Ev pêşnûmaqanûn ji aliyê komeleya me û komeleyek din a jinan ve hat amadekirin.  Pêşnûmaqanûnek ku ji sala 2012'an vir ve pêşkêşî hikûmetê tê kirin, lê heta îro nehat êrêkirin û 3 caran ji meclîsê hate paşve zivirandin e. Pêşnûma niha gihişt Wezareta Edalet û Jinan. Pêşnûme ji aliyê tevgerên mezin ve rê ji nîqaşên mezin re vekir.”

Divê koordînasyon bê pêkanîn

Aminetou Mint El-Moctar, diyar kir ku di navbera jin û aktîvîstên mafên mirovan ên tevgera femînîst a Morîtanyayê de koordînasyonek nîne û wiha got: “Tevgerên belavbûyî û şaş hene. Ji ber ku her parêzvanek mafan dixwaze bi tena serê xwe xuya bike, ev yek bandorek neyînî li tevgerê kir. Jinên ku mafên jinan diparêzin, dikarin bibin dendika tevgerek femînîst a bi hêz a li welat.”