Li Morîtanyayê ji bo bi cih anîna mafên jinan amadekariya komîteyan

Nanevda Çavdêriya Mafên Jinan a Neteweyî ya Morîtanyayê, ku ji bo bicihanîna mafên jin û zarokên keç dixebite, amadekariya avakirina komîteyên ji bo tespîtkirina pirsgirêkên jinan ên li herêmên xizan dike.

HATÎCE ŞEXNA

Morîtanya - Çavdêriya Mafên Jinan a Neteweyî bi biryarnameya jimare 140 ku di 3’ê Mijdara 2020’an de hate weşandin, hate avakirin. Wezîra berê Mahla Ehmed Talebna li gel endamên Konseya Rêvebir di 7’ê Kanûna 2021’an de ji bo Çavdêriyê hat tayînkirin. Mahla Mint Ehmed Talebna ku niha Seroka Çavdêriya Mafên Jinan a Neteweyî ye, têkildarî xebatên Çavdêriyê ji ajansa me re axivî.

‘Ji bo têkoşîna li dijî her cure tundiyê hate avakirin’

Mahla Mint Ehmed Talebna diyar kir ku Çavdêrî ji bo parastina mafên jin û zarokên keç û têkoşîna li dijî her cure tundiya li ser jinan hatiye avakirin û got ku ew bi perwerdeyên ku organîze dikin piştgirî didin tevlîbûna jinan di jiyana kar de. Mahla Mint Ehmed Talebna diyar kir ku ew xebatên ku ji bo beşdarbûna jinan di nava siyasetê de û cihgirtina di cihên biryardanê de piştgirî dikin jî dimeşînin û got:

“Çavdêrî her sal li ser pirsgirêkên ku jin pê re rû bi rû dimînin rapor amede dike û cih dide daxwazên jinan jî. Çavdêr beşdarî amadekariya çalakî û civînên girîng ên di warê mafên jinan de dibe. Çavdêriya ku weke saziyeke şêwirmendî ya dewletê tê dîtin, di asta hevkariya bi saziyên navneteweyî yên weke Yekîtiya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî re jî dixebite.”

‘Di hilbijartinan de namzedbûna jinan serkeftinek e’

Mahla Mint Ehmed Talebna da xuyakirin ku tevlîbûna jinan weke namzet di hilbijartinên Serokkomariyê de serkeftinek e û got: “Divê jin di qada siyasî de bêne teşwîq kirin. Jin bi taybetî di warê perwerde, siyaset û aborî de tecrubeyên xwe bi dest xistin. Li çar eyaletên welêt sê jin nûnertiya Çavdêriyê dikin. Em dixwazin li eyaletên din jî şaxên xwe vekin.”

Mahla Mint Ehmed Talebna, diyar kir ku ew ji bo jinên ku di malbatê de rastî tundiya mêran tên, alîkariya hiqûqî dikin û diyar kir ku daxwazên jinan di derbarê nefeqê de hene. Mahla Mint Ehmed Talebna da zanîn ku ji bo jin û zarokên keç li herêmên nazik û xizan karibin xwe bigihînin Çavdêriyê, jimareyek pêwendiyê veqetandine û got: “Divê jin mafên xwe yên zagonî bikar bînin û piştgiriyê bidin zarokên xwe.”

‘Ji bo tespîtkirina pirsgirêkên jinan em ê komîteyan ava bikin’

Mahla Mint Ahmet Talebna, diyar kir ku jineke serî li çavdêriyê daye, di 13 saliya xwe de hatiye zewicandin û 4 zarokên wê hene û got: “Dev ji hevjînê xwe berdaye û niha bi xwe zarokên xwe xwedî dike.” Mahla Mint Ehmed Talebna teqez kir ku ew li dijî zewacên temenê biçûk û bi zorê têdikoşin û got ku ew dixwazin xwe bigihînin hemû jinên hewcedar û piştgiriyê bidin wan.

Mahla Mint Ehmed Talebna got: “Armanca me ew e ku bernameyên perwerdeyê ji bo rêxistinên civaka sivîl ên ku ji bo tespîtkirina pirsgirêkên jinan li herêmên nazik û xizan ên welat û parastina mafên jinan dixebitin, saz bikin. Di vê çarçoveyê de em ê xebatên xwe yên avakirina komîteyan bidomînin.”