Li Misrê zarokek 3 salî hat qetilkirin

Li Misrê zarokek 3 salî bi hinceta ku bê destûr deriyê berade vekiriye ji aliyê bavê xwe ve bi awayekî hovane û bi îşkenceyê hat qetilkirin.

Navenda Nûçeyan – Li girava Warraq a parezgeha Gîza ya Misrê zarokek keç a 3 salî bi hinceta ku bê destur berade vekiriye ji aliyê bavê xwe ve bi îşkenceyê hat qetilkirin.

Hat diyarkirin ku çend meh berê bavê kujer ji hevjîna xwe ya yekem veqetiyabû û keça xwe anîbû cem hevjîna xwe ya duyemîn.

Li gorî daxuyaniya Serdozgeriya Komarê bavê kujer li xwe mikur hat ku wî agir berda laşê keça xwe û bi kabloya şarjê telefonê lê xist heya ku jiyana xwe ji dest da.