Jinên ku kamp avakirine armancên xwe yên pêşerojê diyar dikin

Li Misrê ji bo jinên ku di partiyên siyasî de cih digrin ‘Qampa jinan’ hate avakirin. Jinên ku ji hev re behsa ezmunên xwe kirin, bi nîqaşên xwe yên li ser gelek mijaran armancên wan yên pêşerojê diyar dikin.

ASMAA FATHI

Qahire – Partiya Civakî ya Demokratîk ya Misir المصري الديمقراطي (Egyptian Social Democratic Party) ji aliyê navenda jinan, sekreteriya jinan ve ‘Qampa Jinan’ hate avakirin. Ji gelek herêman jin beşdarî qampê bûn, di qampê de jinan li ser gelek mijaran û di derbarê ezmûnên xwede nîqaş dan meşandin. Bi vê qampê armanc ew e ku jinên di partiyên welat de di mekanizmaya biryargirtinê de cihê xwe bigrin da ku jêhatîbûnên xwe pêş bixin. 

‘Divê jin di ferqa mafê xwede bin’

Ji jinên ku beşdarî qampê bûne rêvebera  weqfa parêzerên jinan ji bo mafê jinan û endama partiya civaka demokratîk Heba Adel da zanîn ku ji ber zihnyeta mêr jin di civakê de rastî gelek zehmetiyan tên û wiha got: “Ji ber rolên civakê cudabûnek di navbera jin û mêr de hate avakirin, barên herî giran ku jin nikarin rakin, dan jinan. Xwestin ku jinan di nava çar diwaran de bifetisînin. Jin divê ew zilma ku lê tê kirin qebûl neke û bikevin di ferqa mafê xwe de, ji bo wekheviya jin û mêr divê em bi xebitin.”

‘Xebata bi kom mejiyê me vekir’

Parlementer Maha Abdel Nasser bal kişand li ser giringiya dayîn û standina ezmûnan û wiha got: “Ew ezmûnên ku tên gotin niqaşên me dewlendtir dikin. Ez di wê baweriyê de me ku bi ezmunên xwe ji bo dahatuyê em ê biryarên baş bigrin. Di roja yekem ya qampê de xebata kominal hate kirin û ev xebat di astek giring de mejiyê me vekir.”

Jinên din yên bejdarvan hestên xwe wiha anîn ziman:

Endama Partiya Civaka Demokratîk ya Misrê û Sekretera Jinan ya Assiut Abul Fadl wiha got: “Dema vegeran bajarên xwe emê xebatek hîn baştir bikin. Ez û hevpîşeyên xwe, me biryar da em ê di wezaretên cûda de vegerin erka xwe ya sekreteriyê. Ji bo zêdekirina hişmendiya civakê em ê xebatan bikin û di vê de me pilan kir ku em ekibek ya xebatê ava bikin.”

‘Li dijî tacîzê rêyên têkoşînê hate axiftin’

Endama Partiya Civaka Demokratik ya Misrê û Endama Sekreteriya Walitiya Medyayê Nourhan Owayan wiha got: “Ji roja yekê ya qampê ve niqaşên giring hatin kirin. Ez dikarin bêjim di aliyê me de gelek bi sûd bû, li bajarên cûda  mijara tacizên li beramberî zarokên keç hate destgirtin û pêşniyar derbarê têkoşîna li beramberî tacizê hatin kirin. Di heman demê de di bajaran ji bo jinan avakirina qadek bi ewle jî hate axaftin. Ji derveyî vê jî tundîtûjiya beramberî jinê û cûdabûn jinê jî kete rojevê.”

'Dê bernameyên perwerdeyê derbasê jiyanê bibin’

Naglaa Fayez Al-Jazzar: “Piştî vegerê, fealiyeta me ya yekem dê ji bo femînîstên parêzgeha Benî Suef fealiyet perwerdeyê be. Em ê der barê jinan de xebat bimeşînin. bixebitin. Ji jinan re dê bernameyên piştgirî û perwerdeyê derbasê jiyanê bibe. Em di pêvajoyên pêş xwe de armanc dikin ku ji bo jinan edaletê pêk misoger bikin û astengiyên li pêşiya çalakiya siyasî derbas bibin.”