Li Misrê ji bo kêmkirina rêjeya welîdîna jinan teşwiqkirina madî!

Hikumeta Misrê ji bo armanckirina rêjeya welidîna komên jinan di navbera 21-45 salî de kêm bikin bernameya teşwiqa madî amade kir.

Navenda Nûçeyan - Li gelek welatan hikumet ji bo polîtakayên nifusê beralî bikin kêrahtiyên jinan yên welidînê weke amurek ya siyasetê bi kartînîn. Ji bo vê jî gelek caran polîtakayên teşwiqkirina welidînê û gelek caran ji bo astengkirinê didin meşandin. Yek ji van jî hikumeta Misrê ye. Misir ji bo zêdebûna nufusê bixwe dibin kontrola xwe de ji bo jinên ku zewicin amadakarî dike ku salê hezar lîrayê Misrê (616 Lireyê Tirkî) bide jinên zewicî yên ku xwedî dû zarokan yan jî ji dûan kêmtir hebe.

 Bi imzekirina protokola wezareta maliye, pilanlama û pêşketina aboriyê bernameya teşwiqkirinê ya ku bikeve meriyetê, hedef dikin ku rêjeya kêmkirina zayinê ji bo komên jinên di navbera 21-45 salî de kêm bikin. Di çarçoveya bernameyê de her jinên ku li Misrê dû zarok yan jî kêmtir zarok heyî, dema ku bejdarî bernameyê dibin temenê wan li ber çav digrin dema ku dikevin 45 salî li gora bernameyê wê bikarin muçe bigrin. Dema ku jin xwedî sê zarokan bin di çarçoveya bernameyê de mafê xwe yê daxwazkirinê winda dike.

Nifusa zêde ya welat ji bo teybetmendiyên demografîk pêşbixin û hedef dikin ku bixin dibin kontrola xwe de, di çarçoveya ji bo pêşketina malbatan pirojeyên navnetewî di merasîma bernameya teşwîqê ku bikeve mereyetê wezîrê Pilanlameyê Hala al-Saeed destnîşan kir ku ew armanc dikin ku ji bo zêdebûna nufêsê kêm bikin û bi vî awayî şert û mercên jiyanê yên Misrê pêşbixin.

Serokê navenda xebatên civakî û aboriya Misrê Adel Amer ji Al-Monitor re axivî û got: “Ji ber zêdebûna nifusê, zext li çavakaniyên aborî tê kirin. Çavkaniya aborî ya Misrê tenê têra nivê nüfusa welat dike.”