Li Misirê zewaca temenê biçuk hat qedexekirin
Encumena Wezîran a Misirê pêşnûmeya qanûnê ku zewaca temenê biçuk qedexe dike erêkir.
Navenda Nûçeyan - Encumena Wezîran a Misirê pêşnûmeya qanûnê ya zewaca temenê biçuk qedexe dike erêkir. Di pêşnûmeya qanûnê ya nû de hat destnîşankirin ku peymana zewacê ya ji bo kesên temenê wan ji 18 salî kêmtir nayê qebûlkirin. Her wiha ji bo teşwîqkarên zewaca di temen biçuk de jî cezayê ji salekê zêdetir girtîgehê û ji 50 hezar lîreyî zêdetir cezayê pere hat ferzkirin.