Li Misirê projeya "Têkoşîna li dijî zewaca temen biçûk" hat pîrozkirin
Weqfa Jina Nû encamnameya projeya "Têkoşîna li dijî zewaca temenê biçûk li gundên Misrê bi rêya hunerê" pîroz kir.
ESMA FETHÎ
Misir – Weqfa Jina Nû ya Misirê bi amadebûna komek hevkarên xwe, nûnerên Wezareta Hevgirtina Civakî, Encumena Zaroktî û Dayikbûnê, hejmarek jinên ciwan ku beşdarî çalakî û perwerdeyên projeyên bibûn û hin jinên ku ji şîdetê rizgar bûne encamnameya projeya "Têkoşîna li dijî zewaca temenê biçûk li gundên Misrê bi rêya hunerê" pîroz kirin. Proje du salan berdewam kir û armanc ew bû ku li gundan der barê metirsiyên zewaca di temenê biçûk de hişyariyê bidin. Jinên ku ji şîdetê rizgar bûne qala tiştên jiyayî kirin. Kurtefîlmek li ser qonaxên projeyê û yek jî li ser zewaca temenê biçûk dike, hatin nîşand dan. Her wiha pêşangeheke hunerî ya wêneyên jinên ciwan ên ku beşdarî projeyê bibûn hat li dar xisitn.
"Yek ji encamên herî girîng ên projeyê avakirina Ofîsên Piştgiriya Qanûnî ye"
Endama Lijneya Rêvebir a Weqfa Jina Nû Mey Salih diyar kir ku ew di projeya du salan berdewam kir de gelek kampanyayên hişyariyê li gundên Misirê hatin li dar xisitn û wiha lê zêde kir: "Me jinên ciwan fêrî hunerên cûrbecûr kirin, di nav de çêkirina kurte vîdyoyan, xêzkirin û wênekêşandinê. Yek ji encamên herî girîng ên projeyê avakirina Ofîsên Piştgiriya Qanûnî ye."
"Xebata li ser vê projeyê bû sedema hilweşandina astengên civakî"
Rêvebira Bernameyên Weqfê Lemya Lutfî got ku proje li ser du xalên sereke xebitî, yek bi hişyarbûnê ve girêdayî ye û ya din danûstandina bi jinên ku herî zêde di bin xetereya zewaca temen biçûk de ne bû û wiha pê de çû: "Danûstandina bi jinên temen biçûk re ji bo xebatkarên saziyê nû bû, ji ber ku ew yekem care ku hevkariyê bi kesên di bin 18 saliyê re dikin. Jinên ciwan bi serdanên nivîskar û fîlmçêkeran da ku bi wan re hevkariyê bikin û wan perwerde bikin, pir kêfxweş bûn. Bikaranîna hunerê di mijara zewaca di temenê biçûk de yek ji amûrên herî bi bandor e. Xebata li ser vê projeyê bû sedema hilweşandina astengên civakî. Xebata ji bo krîmînalîzekirina zewaca temen biçûk û guhertina hişmendiyê dê di sînordarkirin vê diyardeyê de gelek alîkar be.
"Ji bo bidestxistina mafê xwe min her tişt tehmûl kir"
Rena Hesen got ku ew û xwişka xwe ya lingê wê ji destê birayê wê şikestiye rastî tundiya nav malbatê hatine û wiha domand: "Piştî ku min vîdyoyek li ser malpera tora civakî ya Facebookê belav kir Rêvebira Bernameyên Weqfa Jina Nû Lemya Lutfî, bi min re têkilî danî. Piştî ku ez gihîştim dozgeriyê, bi şertê ku careke din êrîşî min neke, min tercîh kir ku bi birayê xwe re li hevbêm. Min ji bo bidestxistina mafên xwe her tişt tehmûl kir. Min bi piştgirîya Weqfa Jina Nû, bi taybetî Lemya Lutfî ya ku ji nêz ve min şopand û piştgirî da hemû gavên ku min avêtin heta biryara dawîn a li dijî birayê min û bidestxistina mafên min, tevî gef û tehdîdên malbata min."