Li Misirê jinek ciwan hat qetilkirin

Kholud El-Sayed a 20 salî ku nexwest bizewice, ji aliyê mêrê ku dergistiyê wê bû hat qetilkirin.

Navenda Nûçeyan – Li Misirê di van demên dawî de sûcên li dijî jinên ku zewacê red dikin berdewam dikin. Mînaka vê ya herî dawî jî Kholud El-Sayed a 20 salî bû.

Li gorî agahiyên hatine girtin, Kholud El-Sayed ji mêrê bi navê Mihemed Samîr ê ku dertgistiya wê ye gotiye ku ew naxwaze bi wî re bizewice. Li ser vê yekê jina ciwan duh ji aliyê Mihemed Samîr ve hat qetilkirin. Hat tomarkirin ku piştî nîqaşa demek hat jiyîn, êrîşkar pêşî li jina ciwan daye û piştre jî qetil kiriye. Mihemed Samîr rojek beriya bûyerê gef li Kholud El-Sayed xwariye û gotiye ku ger bi wî re nezewice dê wê bikuje. Mihemed Samîr ê ku diçe cihê jina ciwan lê dixebitî û wê li wir nedît, çû mala wê, dûre jî wê qetil kir.

Bi heman hincetê 3 jin hatin qetilkirin

Li Misrê li 3 parêzgehên cuda bûyerên bi vî rengî hatibûn jiyîn. Jina ciwan a bi navê Naîra Ashraf, beriya niha li Fakulteya Hunerê ya Zanîngeha Mansûrayê ji aliyê hevpîşeyê xwe Mihemed Adel ve ji ber ku nexwest bi wî re têkilî deyne, hatibû qetilkirin. Li Sharkîaye jî Salma Mihemed Bahgat bi heman hincetê ji aliyê hempîşeyê xwe ve hatibû qetilkirin.

Li gundê Toukh Tanbesha yê Menoufiayê jî mêrek bi navê Ehmed Fathî Amîra jinek bi gulebaranê qetil kir.