Li Misirê di Roja Neteweyî ya Têkoşîna li Dijî Sinetkirina Jinan de konvoyek bijîjkî hat destpêkirin
Ji aliyê rêxistinên jinan ku bi giştî maf û azadiyan dipejirînin xebatek bi xîret li dijî sinetkirina jinan tê kirin. Navenda Tedawîn a lêkolînên Zayenda Civakî ji bo metirsiya sinetkirina jinan konvoyek bijîjkî da destpêkirin.
ASMAA FATHİ
Qahîre – Navenda Tedwîn a Lêkolînên Zayenda Civakî konvoyek bijîjkî ji bo metirsiya sinetkirina jinan da destpêkirin. Her wiha cezayên her kesê ku beşdarî vê sûcê bûne û rêyên ragihandinê jî hatin nirxandin. Têkildarî mijarê şêwirmenda tenduristiya derûnî li navenda Tedwîn Dr.Randa Fexreddîn li ser konvoya bijîjkî ji me re axivî.
"Konvoya bijîjkî yek ji gavên me yên hişyarkirinê ye"
Dr.Randa Fexreddîn diyar kir ku konvoya bijîjkî bi boneya Roja Netewî ya Têkoşîna li Dijî Sinetkirina Jinan û ji bo agahdarkirina welatiyan li ser metirsiya kirina vê sûcê hate destpêkirin û wiha axaftina xwe domand: "Ev konvoya bijîjkî ne cara yekem e ku tê destpêkirin. Berê perwerde ji dêûbavan re dihatin dayîn. Me bi hejmarek jinan re hevdîtin kir û li ser hemû kiryarên xerab ên ku tên serê wan, ji wan sinetkirina jinan û zewaca di temenê biçûk ji wan re axivîn. Konvoy yek ji gavên me yên hişyarkirinê ye. Me li parêzgehên cuda konvoya bijîjkî daye destpêkirin."
"Sinetkirin ji bo jinê di zarokatiya wê de îşkenceyek e"
Dr.Randa Fexreddîn da zanîn ku zagona nû dê û bav û hemû kesên ku beşdarî zewaca keçeke temen biçûk bibe ceza dike û wiha got: "Gelek zerarên jsinetkirina jinan hene. Sinetkirin ji bo jinê di zarokatiya wê de îşkenceyek e û heta ku mezin nebe ji encamên wê fam nake. Hemû jinên ku di zaroktiya xwe de rastî sinetkirinê hatine, ji ber giraniya êş û azarên ku di dema ku rastî vê sinetkirinê hatine kişandine, wê weke roja reş bi nav dikin."