Li Minbicê semînera li ser mijara 8’ê Adarê
Jinên gundê El-Muhteraq ê Minbicê dan zanîn ku semînera li ser danasîna Roja Jinên Cîhanê rastiya ku ew dijîn derdixe ber çavan, pêre jî êşên û zehmetiyên ku jin pêre rû bi rû dimînin vedibêje û keda wan dinirxîne.
Minbic - Bi nêzîkbûna 8’ê Adarê Roja jinên Cîhanê re kombûna Jinên Zenûbiya di çarçoveya kampanya "Em bi hev re şoreşa xwe biparêzin" bi armanca danasîna Roja Jinên Cîhanê li gundewarê Minbicê ji jinan re semîner dan despêkirin û wê simîner heyanî 5'ê Adarê bidome. Simînera despêkê li gundê El-Muhteraq ê başûrê Minbicê hat dayîn. Di simînera ku jin û mêrên ji xeta El-Muhteraqê beşdar bûn, li ser du xalan pêk hat, ya yekem li ser Roja Jinên Cîhanê û ya duyemîn jî li ser têkoşîna jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, asta ku gihanê di pêşengtiya civakê, biryargirtin û têkbirina li dijî terorê dane meşandin, ji bilî kêşeyên ku ew hîn jî rû bi rû ne.
"Simîner li ser têkoşîna jinê tên dayîn"
Kamla El-Receb yek ji beşdara simînerê ye, li ser girîngiya vê rojê nêrîna xwe ya der barê simînerê de wiha anî ziman: "Me Roja Jinên Cîhanê û zehmetiyên ku jin pê re rû bi rû ne, naskirin ku hêvî di kesayeta me de ava kir ku em dikarin di jiyan û karên xwe de ji duha baştir bibin û hemû astengiyan derbas bikin. Di simînerê de behsa rastiya ku em jinên li gundan dijîn hate dayîn." her wiha Kamla El-Receb tekez kir ku pêwîste bi awayekî domdarî simîner û komxebat li ser mijarê jin û mafê jinan were lidarxistin.
Amûna El-Alî jî wiha got: "Tiştên ku di simînerê de hatin gotin û nîqaş kirin rastiyek bû ku me di nav gundan de jiyan kir. Neheqiya ku li ser jinan tê kirin, em hewcedarî kesên ku êşa me hîs bikin û keda me binirxînin."
“Divê em hîn bêhtir kedê bidin”
hevseroka Meclisa Xeta El-Muhtaraqê Dela El-Hisên jî diyar kir ku jin bi nêzîkbûna Roja Jinên Cîhanî kêfxweşin û wiha got: "Di simînerê de li ser rastiya jinên ku li gunda dijîn û êşên ku jiyan kirine rawestiya. Ji dema rizgarkirina bajarê Minbicê ji çeteyên DAIŞ'ê û heya niha jinan gelek destkeftî bidest xistin û di rêxistinkirina civakê de roleke mezin lîst. Her wiha jinên ku li gundan dijîn jî roleke pir mezin dan meşandin. Tevî vê jî pêwistiya wan bi kedeke bêtir heye heyanî ku rastiya xwe binasin û bighêjin azadiya xwe."
"Şoreşa Rojava ji bo jinan vejînek nû bû"
Dala El-Hisên jî Şoreşa Rojava ya di 19'ê Tîrmeha 2012'an de dest pê kir nirxand û wiha got: "Ev salên şoreşê ji bo jinan vejînek nû bû û xaleke pir girînge ku ji rastiyeke bi êş û zehmetî dagirtî zivirand rastîyeke geş û kêfxweşî."
Di dawiya semînerê de Meclîsa Jinên Zenûbiya, Meclîsa Xeta El- Muhtaraq bi mertalekî xelat kir ku wêneyê melîkeya Tedmurê Zenobiya ye ku ew di dîrokê de sembola jinên bi hêz û têkoşer tê nasîn.