Li Minbicê kesên nenas destdirêjî li zaroka 5 salî kirin û paşê jî qetilkirin
Li Minbicê zaroka 5 salî (YF) ji aliyê kesên nenas ve hat revandin û di encama lêgerînê de dema malbatê cezanê zaroka xwe dîtin, li ser cezane şopên destdirêjiyê hebûn û serê wê jêkirine.
Minbic- Li taxa El-Hentawî ya li ser rêya El-Bizar a başûrê Minbicê zaroka 5 salî (YF) ji aliyê kesên nenas ve hat revandin. Piştî lêgerîna malbatê cenaze hat dîtin û li ser cenazê wê yê serjêkirî şopên destdirêjiyê hatin dîtin. Malbatê raporek derbarê windabûna zaroka xwe de radestî Hêzên Ewlehiya Hindirîn kirin û têde agahiyên zarok li ku windabûye û cenazê wê li ku hatiye dîtin nivîsîne. Hîna lêgerîna êrîşkaran ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hindirîn ve dewam dike.
1’ê Îlona 2019’an jî bûyerke wiha ya destdirêjî li zarokek 3 salî hatibû kirin hatibû jiyîn ku du tecawîzkarên bi navê KH û MA destdirêjî li zaroka 3 salî kiribûn û ji bo veşartina sucê xwe hewildabûn zarokê bikujin. Doza her du tecawîzkaran li Meclisa Dadmendiya Civakî bi beşdariya 107’ ji kesayetên temenmezinên civakî, jinan û welatiyan pêkdihat hat dîtin û di 26’ê Çileya 2020’an de hatibûn cezakirin.