Jinên astengî nasnakin berhemên xwe yê destan pêşan dan

Li Minbicê pêşangeha bazirganiyê ya ku bi boneya Roja Astengdaran a Cîhanê ji bo jinên xwedî hewcedariyên taybet hat vekirin bi dawî bû. Jinên ku beşdarî pêşangehê bûn bal kişandin ser girîngiya piştevaniyê.

SÎLVA EL-ÎBRAHÎM

Minbic - Bi boneya Roja Astengdaran a Cîhanê li bajarê Minbicê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê Komîteya Karûbarên Civakî û Kar ve pêşangeheke bazarkarî ya berhemên destan ên jinên astengdar, hat vekirin. Gelek kes beşdarî pêşangeha ku bi dirûşma “Hûn ne bi tenê ne, em li gel we ne” hat vekirin bûn. Jinên ku bi muzîkê qurdeleya vekirinê birîn, piştre derbasî qada pêşangehê bûn. Ji pêşangeha bazarkarî ku du rojan di navbera 4-5’ê Kanûnê de hat lidarxistin û li bajêr cara ewil bû, eleqeyek mezin hat nîşandan.

Pêşangeh xwedî taybetmendiya yekemîn e

Di pêşangehê de hunerên destan ên di nava cureyên bestir, tablo û cureyên kaktusan diguhere û nexşên li ser darîn cih girtin. Hevseroka Rêveberiya Karûbarên Civakî Mûntaha Beşmaf der barê pêşangehê de agahî da ajansa me û wiha got: "Pêşangeh, ji rizgarkirina Minbicê heta niha taybetmendiya yekemînbûyînê ye. Armanca çalakiyê ew e ku bala civakê bikşîne ser vê koma ku xwedî îrade ye û dikare di civakê de rola xwe bilîze." Mûntaha Beşmaf diyar kir ku hemû kesên di vê pêşangehê de berhemên xwe pêşkêş kirine û bexş kirine di serkeftina pêşangehê de keda wan heye û bal kişand ser girîngiya piştevaniyê.

'Bi pêşangehê derfet çêbû ku em mirovên nû nas bikin

Xade Casim ku yek ji kesên xwedî hewcedariya taybet e, di pêşengehê de cih girt, kêfxweşiya xwe bi van gotinan anî ziman: “Ez ji ber ku qadek wiha ji me ra hat afîrandin pir kêfxweş im. Divê eleqeya li hemberî kesên xwedî hewcedariyên taybet berdewam bike.”

Qezencên pêşangehê dê bikevin sindoqa bexşê

Yek ji kesên ku berhemên xwe yên destan pêşkêş kir Tasnîm Salih jî diyar kir ku ew ji bo piştgiriya kesên xwedî hewcedariyên taybet beşdarî pêşangehê bûye û pereyê ku di firotinê de bi dest xistine jî avêtine sindoqa bexşê.