Li Mezar-î Şerîf jineke kedkara tenduristiyê hat qetilkirin

Tê diyarkirin ku li bajarê Mezar-î-Şerîf a Afganistanê xebatkara tenduristiyê ya bi navê Nafîsa Balkh ji aliyê Talîbanê ve hatiye qetilkirin.

Navenda Nûçeyan- Li Afganistanê cînayetên “kiryar nediyar” yên li dijî jinan bênavber didome. Nûçeyek cînayetek din a jinekê ji bajarê Mezar-î Şerîf ê Afganistanê hat. Jina ciwan a bi navê Nafîsa Balkhî ku pîrikî dikir û di heman demê de perwerdeya xwe ya tenduristiyê jî didomand, hat qetilkirin. Roja Îniya borî li ser girtina telefonekê, cenazeyê jina ciwan a ku zaroka 4 salî bi xwe re bir û ji malê derket, hat dîtin.

Malbat Talîbanê berpirsyar digre

Malbata Nafîsa Balkhî radigihîne ku piştî keça wan ji aliyê Talîbanê ve li xala kontrolê ya Taxa 7’emîn a Mezarê Şerîf hat qetilkirin, zarok jî li bajêr hat terikandin. Zarokê ku Nafîsa Balkhî ya hat qetilkiirn ji bo refeqatê girtibû gel xwe, li mizgefteke herêmê hat dîtin.

Rayedarên Talîbanê heta niha derbarê komkujiyê de tu daxuyanî nedan.

Xwendekara pola 12’emîn teşwîqî întîharê kirin

Li aliyê din li bajarê Bamyan ê Afganistanê xwendekarek pola 12’an berbi întîharê ve hat ajotin. Jina ciwan a bi navê Zahra dema ku endamên malbata wê ne li malê bûn întîhar kir. Malbatê laşê bêruh ya keça xwe li mala xwe dît û agahî da rayedaran. Hat ragihandin piştî ku Talîbanê çûna dibistanê li zarokên keç ên pola 6’an û jor qedexe kir, hejmara jinên ciwan ku ber bi întîharê ve tên ajotin zêde bû.